Hewlêr (Rûdaw) - Karsazên Kurd Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Hacî Karay ên ku di salên 90î de ji aliyê JÎTEMê ve hatin kuştin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Karsazên ji Colemêrgê Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Hacî Karay di 3yê Hezîrana 1994an de ji aliyê JÎTEMê ve hatin revandin û kuştin.
Di salvegera 32yemîn a qetilkirina wan de, li Goristana Avcilarê ya li Stenbolê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, endamên Dayîkên Aşitiyê û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn.
Di bîranînê de pêşî keça Adnan Yildirim, Leyla Yildirim axivî.
Leyla Yildirimê tekez kir ku ew dê ji bo kesên hatine windakirin û kuştin heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.
"Hîn jî kiryar tên parastin"
Meral Daniş Beştaşê jî qala karsazên ku hatine kuştin kir û got ku bêedaletî didome û kujer hîn jî tên parastin.
Beştaşê diyar kir ku tevî ku behsa pêvajoyên aştî û diyalogê tê kirin jî hîn edalet pêk nehatiye û wiha axivî:
“Kujer nehatin darizandin. Li vî welatî ji ber ku dewlet naxwaze, em hîn jî li ser windakirin û kuştinên kiryarnediyar diaxivin.
Eger dewlet bixwaze ti sûc bêceza namîne. Îro ne tenê rojeke bîranînê ye.
Di vê roja xemgîniyê de, keçeke bedew (Zelal Buldan) ji dayîk bû. Ez rojbûna wê pîroz kim.”
Pervîn Buldan: Divê aşitiyeke birûmet hebe
Hevjîna Savaş Buldan Pervîn Buldanê jî got, “Wan sê tişt ji me re hiştin: Ya yekem Zelal, ya duyem cilên bi xwîn û ya sêyem jî rûmet.
Ti darizandin nehat kirin! Tansu Çillera ku gotibû ‘yê ku gule avêtiye jî û yê ku xwariye jî’ nehat darizandin.
Mehmet Agarê ku gotibû ‘heke ez tûxleyê bikişînim dê dewlet hilweşe’ nehat darizandin.
Berevajî vê, ew hatin parastin û wekî qehreman hatin îlankirin û wan kuştinên xwe domandin.
Li pêşberî me dewletek heye ku bi hezaran kujerên ku hatine beraatkirin diparêze.”
Buldanê bi bîr xist ku di bin banê Wezareta Dadê de "Saziya Lêkolînkirina Sûcên Kiryarnediyar" hatiye avakirin û got:
“Divê ev saziya her kuştinê lêkolîn bike. Berpirsiyariya vê dewletê heye ku her kuştineke li raboriyê çareser bike.
Loma daxwazeke me ya wiha ji Wezareta Dadê wekî daxwaz heye. Pêvajoyeke aştiyê heye ku em tê de ne.
Bê guman divê ev aştî birûmet be. Soza me ya aştiyê heye ji Besna Tosun a ku bi salan e li hestiyên bavê xwe digere û ji Sirri Sureyya Onder re.
Lê em aşitiyeke birûmet dixwazin. Ez dibêjim ku ev bi darizandina kujeran û bi rêya Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan û Rûbirûbûnê pêkan e.”
Bakirhan: Em kujeran baş nas dikin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di bîranînê de axivî û got:
“Tenê sûcê van hevalan ew bû ku Kurd bûn. Bi hezaran hevalên me tenê ji ber ku Kurd bûn hatin qetilkirin.
Em kujeran baş nas dikin. Ew kesên ku di dehlîzên tarî de fermana qetlîaman dabûn jî em baş nas dikin.
Bes e êdî! 32 sal derbas bûn. Êdî kujeran darizînin da ku dilê malbatan hinekî aram bibe.”
Bakirhan bal kişand ser pêvajoya aştiyê û got:
“Pêvajoya aştiyê rûbirûbûna bi van qetlîaman re ye û birina wan a pêşberî dadgehê ye.
Heke ev nebe, mirov nikare bibêje ku me aştiyeke rasteqîn ava kimiye.
Di demekê de ku Wezîrê Dadê dosya Gulîstan Dokuyê daye destpêkirin, divê van dosyayan jî eşkere bike û kujeran nîşan bide.”
Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de ji bo malbatên qurbaniyên kiryarnediyar got:
“Soza me ji bo malbatên bi hezaran windakiriyan heye ku dê rojekê kujer teqez werin dîtin.
Soza me heye ku em dê vê pêvajoyê bi darizandineke rasteqîn li pêşberî dadgehê bi dawî bikin.
‘Mirî mir, em jî li hev bikin’; aşitiyeke bi vî rengî nabe. Tiştê ku gelê Kurd ji vê pêvajoyê li bendê ye, eşkerebûna kiryarên nediyar e.
Ji bo ku careke din kuştinên bi vî rengî rû nedin, ji bo welatekî ku ti kes ji ber ku dibêje ez Kurd im neyê qetilkirin, em dê bi hev re têbikoşin.
Soza me ji bo Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Hacî Karay ev e.”
Piştî duayan bername bi dawî bû.



