Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna Tora Medyayî ya Rûdawê, di meha Gulanê de bi 21 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Ji 28ê Sibatê ve nêzîkî 860 dron û mûşek avêtine Herêma Kurdistanê,
Li gorî lêkolînê, di meha gulanê de 15 êriş li parêzgeha Hewlêrê çêbûne û 6 dron û mûşek jî avêtine parêzgeha Silêmaniyê.
Di encama yek ji wan êrişên li parêzgeha Hewlêrê de, 9 Pêşmergeyên partiyeke Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûne.
Dem û cihê êrişên meha gulanê
31ê Gulanê: Li gundekî Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê dronek li ber malekê ket xwarê. Birêvebirê îdareyê ji Rûdawê re got ku ti xisarên canî çênebûne.
31ê Gulanê: Bi 2 mûşekan êrişî baregeheke Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Dola Alaneyê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin.
25ê Gulanê: Bi 2 dronan baregeheke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya li nêzîkî Kampa Dareşekranê ya parêzgeha Hewlêrê hat bombebarankirin. Endamê Serkirdayetiya PAKê Edîb Xalidiyan ji Rûdawê re got, "9 pêşmergeyên me birîndar bûn."
23yê Gulanê: Bi 4 dronan êrişî baregeheke Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li parêzgeha Hewlêrê hat kirin.
18ê Gulanê: Bi 4 mûşekan êrişî baregeheke Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li navçeya Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.
10ê Gulanê: Bi 3 mûşekan êrişî baregeheke Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Dola Alaneyê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin.
6ê Gulanê: Bi 2 dronan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li Silêmaniyê hat kirin.
6ê Gulanê: Bi 2 dronan êrişî Kampa Girdeçalê ya li nêzîkî Hewlêrê hat kirin.
2yê Gulanê: Bi dronekê êrişî sînorê navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin.
Amarên giştî yên êrişan
Li gorî lêkolîna Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kir ve, bi 856 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama van êrişan de 20 kesî canê xwe ji dest daye û 135 kes jî birîndar bûne.
Li gorî parêzgehan hejmara êrişan bi vî rengî ye:
Parêzgeha Hewlêrê: 582 êriş
Parêzgeha Silêmaniyê: 243 êriş
Parêzgeha Dihokê: 29 êriş
Parêzgeha Helebceyê: (Di dema dawî de êriş li vê derê jî çêbûne)
Şehîd û birîndarên êrişan
Di êrişeke mûşekî ya Îranê de li navçeya navçeya Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê 7 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê ya Herêma Kurdistanê şehîd ketin.
Karmendekî Asayîşê yê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê di êrişekê de şehîd ket.
Her wiha 2 hevjîn dema ku dronek li mala wan ket şehîd ketin.
Li aliyê din, di êrişan de 8 Pêşmergeyên 3 partiyên Rojhilatê Kurdistanê û kurê Pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê jî şehîd ketin.
Leşkerekî Fransayê jî di êrişekê de canê xwe ji dest da.
Li gorî amarên ku Rûdawê berhev kirine beşek ji birîndaran ev in:
29 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê yên li Îdareya Serbixwe ya Soranê, 3 karmendên Asayîşê yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê.
Her wiha 3 pêşmerge û 2 parêzvanên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyê û parêzvanekî Hotêl Tîtanîkê ya li Silêmaniyê di nav birîndaran de ne.
Di heman demê de 2 karmendên Parastina Sivîlan a Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yî û polîsek jî birîndar bûne.
Di nav birîndaran de 18 sivîl jî hene. Birîndarên din jî Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransayî ne.
