Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya girêdayî Daraza Îranê ragihand ku girtiyên Kurd Mehrdad Mihemedniya û Eşkan Malikî hatine bidarvekirin.
Ew ji ber beşdarbûna xwenîşandanên Kanûna Paşîn a 2026an hatibûn girtin û ceza li wan hatibû birîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê jî eşkere kir ku metirsiya îdamê li ser kesekî din ê heman dozê heye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mîzanê, Mehrdad Mihemedniya û Eşkan Malikî îro berê sibehê hatine daleqandin.
Mîzanê ragihand ku ew her du kes bi pêşengiya “bûyerên tundiyê” yên li parêzgeha Tehranê yên di dema "xwenîşandanên dawî" de hatine tometbarkirin.
Her wiha ew bi zererdayîna mal û milkên giştî û şewitandina mizgeftekê hatine tometbarkirin.
Daraza Îranê berê eşkere kiribû ku ew kes bi hinceta "tevlîbûna kiryarên terorê" û xebatên li dijî ewlehiya welêt bi îdamê hatine cezakirin.
Hengawê berê ji bo 3 girtiyan hişyarî dabû
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, 31ê Gulanê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiribû ku 3 girtiyên Kurd ên li girtîgehên Kerec û Tehranê di bin metirsiya îdamê de ne.
Di daxuyaniya Hengawê de hatibû diyarkirin ku Eşkan Malikî û Mehrdad Mihemedniya yên ji Qurweyê û Arman Merefetiyê 38 salî yê ji Seqiza Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Şaxa 15an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatine cezakirin.
Dadgehê bi tometa "mixarebeyê" cezayê îdamê dabû wan.
Rêxistinê ragihandibû ku Arman Merîfetî li Girtîgeha Mezin a Tehranê ye û metirsiya îdamê li ser wî heye.
Bi nûçeya îro ya Ajansa Nûçeyan a Mîzanê eşkere bû ku ji wan sê girtiyên ku Hengawê bal kişandibû ser wan, Eşkan Malikî û Mehrdad Mihemedniya hatine îdamkirin.
Bi vî awayî tê diyarkirin ku ji bo Arman Merîfetiyê ku di heman dozê de cezayê îdamê xwariye metirsî didome.
Li ser girtiyên îdamkirî çi dihat zanîn?
Li gorî daxuyaniya Hengawê, Eşkan Malikî û Mehrdad Mihemedniya ji bajarê Qurweyê yê parêzgeha Kurdistanê bûn.
Di îdianameyê de Malikî û Mihemedniya bi tohmetên "li ser navê rejîma Îsraîlê û dewlet û komên li dijî ewlehiya welêt tevdigerin xebatên operasyonî dikin" hatin tometbarkirin.
Her wiha bi "pêkanîna kiryarên ku dibin sedema wêrankirin û xisarên canî" û "mixarebeyê" dihatin tohmetbarkirin.
Daraza Îranê her wiha Eşkan Malikî û gumanbarên din tometbar kir ku 9ê Çileya 2026an tevlî bûyerên li taxa Gîşayê ya Tehranê bûne.
Di van bûyeran de Mizgefta Caferî û Medreseya Îmam Hadî hatibûn şewitandin û zerer gihîştibû malên giştî.
Hengawê jî destnîşan kir ku darizandin li gorî prensîbên dadperwerane bi rê ve neçûye.
Rêxistinê ji bo rêgirtina li îdamkirina gumanbarên din ên heman dozê bangî civaka navneteweyî kiribû.
