Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Êndizêyê yê li qûntara Çiyayê Qendîlê, zarokekî 4 salî yê ku ji Hewlêrê ji bo serdanê çûbû wê deverê winda bû û çarenivîsa wî ne diyar e.
Yad Serbaz Eliye 4 salî doh demjimêr 15:00an li gundê Êndizêyê yê li qûntara Qendîlê winda bû û heta niha nehatiye dîtin.
Gundê Êndizêyê di nav sînorê Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê de ye.
Hevserokê Şaredariya Qûntara Qendîlê Dilşêr Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Ji doh êvarê ve lêgerîna ji bo dîtina zarok didome lê heta niha nehatiye dîtin.
Tevahiya şeva borî xelkekî gelekî zêde yê devera Balakayetiyê û gundên qûntara Qendîlê li zarok geriyan û lêgerîn hîn jî didome."
Ji Hewlêrê çûbûn serdanê
Gundê Êndizêyê ser bi Şaredariya Qûntara Qendîlê ye ku ji aliyê PKKyê ve tê birêvebirin.
Hevserokê şaredariyê diyar kir:
"Ew zarok li Hewlêrê dijî. Mala bapîrê wî li vî gundî ye.
Ji bo serdana mala bapîrê xwe hatibûn û ev rûdan hat serê wan.
Li wê devera ku zarok lê winda bûye, ti rûbarên mezin nînin ku metirsiya xeniqînê hebe.
Tenê çayeke biçûk heye."
Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Îdareya Serbixwe ya Raperînê Elî Qadir ji Rûdawê re eşkere kir:
"Agahiya me ji windabûna zarok heye lê heta niha me tîm neşandine.
Aliyên li wê deverê daxwaz nekiriye ku em tîman bişînin."
Hevserokê Şaredariya Qûntara Qendîlê li ser mijarê da zanîn:
"Her tîmeke hawarçûnê ya ku bixwaze dikare were herêmê û li zarok bigere.
Tîmên cuda ji herêmê hatine û bi xelkê re lêgerînê didomînin."
.jpg&w=3840&q=75)