Dr. Mistefa Ebdî: Hikûmet dê dîplomayên zanîngehên Rojava û Kobaniyê qebûl bike
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Tîma Serokkomariya Sûriyeyê Dr. Mistefa Ebdî, di hevpeyvîneke taybet de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê, çend agahiyên girîng dan ku rasterast bandorê li jiyana rojane ya xelkê Rojavayê Kurdistanê dikin.
Dr. Mistefa Ebdî ragihand ku bawernameyên dibistan û zanîngehên herêmê tên naskirin, perwerdeya Kurdî didome û hêzên HSDyê tevlî artêşa Sûriyeyê dibin.
dîplomayên dibistan û zanîngehên herêmê tên naskirin
Yek ji nûçeyên herî girîng ji bo bi hezaran xwendekarên li herêmê ew e ku hikûmeta Sûriyeyê biryar daye bawernameyên dibistan û zanîngehên li herêmên Rêveberiya Xweser nas bike.
Dr. Mistefa Ebdî li ser vê mijarê got, "Li gorî ku min ji Wezîrê Perwerdeyê birêz (Mihemed) Tirko fêm kiriye, ew dê van bawernameyan nas bikin.
Her wiha min ji Wezîrê Xwendina Bilind jî pirsî; wî got ku `Em dê bawernameyên zanîngehên di bin kontrola HSDyê de (wekî Zanîngeha Rojava û Kobaniyê) nas bikin, wekî çawa me bawernameyên li Ezazê nas kirine.`"
Mistefa Ebdî da zanîn ku xebata xwendekaran ti carî vala naçe, lê belê ji niha û pê de divê bernameya wan bi ya hikûmetê re bibe yek da ku li seranserê Sûriyeyê pergaleke hevpar a fêrkirinê hebe.
Perwerdeya Kurdî dê bidome
Mistefa Ebdî derbarê perwerdeya bi zimanê Kurdî de, destnîşan kir ku perwerdeya Kurdî dê du salên din jî bidome û bi awayekî pilebendî zimanê Erebî jî dest pê bike.
Ebdî her wiha da zanîn ku di pergala nû de, li wan dibistanên ku piraniya xwendekarên wan Kurd in, dê perwerde bibe bijarte û wiha pê de çû:
"Li dibistanên ku piraniya xwendekaran Kurd in, dê perwerde bibe bijarte, kî bixwaze dikare bi Erebî û kî bixwaze dikare bi Kurdî bixwîne."
HSD tevlî artêşa Sûriyeyê dibe
Endamê Tîma Serokkomariya Sûriyeyê Mistefa Ebdî eşkere kir ku li gorî peymana 29ê Kanûna Paşîn, divê di demeke nêz de daxuyaniyek li ser bidawîbûna navê HSDyê derkeve.
Mistefa Ebdî li ser vê mijarê got, "HSD êdî namîne, ji ber ku dê hemû tevlî artêşa dewletê bibin.
Niha leşker û serbaz bi hev re perwerdeyê dibînin. Di heman demê de, hêzên ewlehiya navxweyî (Asayîş) dê bibin polîs û tevlî hikûmetê bibin."
Ebdî diyar kir ku dema her du artêş bûn yek, dê hemû çek bikevin bin fermandariya artêşa Sûriyeyê û got:
“Niha li Hisîçayê 3 lîwa (3 hezar û 900 kes) û li Kobaniyê lîwayek (hezar û 300 kes) ji bo tevlîbûnê tên amadekirin.”
Mistefa Ebdî her wiha ragihand ku hinek fermandarên HSDyê rûtbeyên xwe ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê standine û wiha anî zimên:
"Sîpan Hemo pileya xwe standiye û niha perwerdeya xwe ya leşkerî dibîne.
Hevalê Siyamend jî berî demekê rûtbeya 'Amîd' (mîralay/serheng)s tand û Alîkarê ewlehiya Hisîçayê jî pileya xwe wergirtiye."
Mistefa Ebdî derbarê şervanên jin ên YPJyê de jî da zanîn ku di qanûn û pergala artêşê de jin wekî şervanên eniyê cih nagirin, lê ew dikarin di nava polîsên ewlehiya navxweyî û saziyên sivîl de bixebitin.
Deriyê Nisêbînê tê vekirin
Ji bo geşkirina aboriya herêmê û hêsankirina çûnûhatina welatiyan, planek heye ku deriyê sînorî yê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de were vekirin.
Dr. Mistefa Ebdî li ser vê pirsê got, "Dema pirsgirêka Koşka Dadê li Qamişloyê çareser bû û saziyên ewlehiyê li wir bi cih bûn, înşelah deriyê Nisêbînê ji bo xizmeta gel û geşkirina aboriyê dê vebe."
Ebdî derbarê deriyê Sêmalkayê de jî got ku ew ne deriyekî fermî ye, lê ji bo mijarên mirovî hikûmetê ew vekirî hiştiye û di paşerojê de dema hewcedarî nema, dê qanûnekê jê re derxin.
Li aliyê din Mistefa Ebdî ragihand ku welatiyên parêzgeha Hisîçayê û Qamişloyê yên ku ji bo pasaport û kaxezên fermî (zewac, nifûs, qeyda zarokan) rastî zehmetiyan dihatin, dê di demeke nêz de karên xwe li bajarên xwe biqedînin.
Ebdî diyar kir ku bi radestkirina Koşka Dadê, saziyên nifûsê û pasaportan dê bi awayekî fermî dest bi kar bikin.
Vegera Serê Kaniyê û pêkhateya parlamentoyê
Ji bo koçberên Serê Kaniyê jî mizgîniyeke mezin hat dayîn.
Dr. Mistefa Ebdî ragihand ku amadekarî ji bo vegera wan tên kirin.
Ebdî li ser vê pirsê got, "Vegera Serê Kaniyê ji ya Efrînê hêsantir e, ji ber ku Serê Kaniyê di bin kontrola îdarî ya Hisîçayê de ye. Li gorî serjimariya me, nêzîkî 12 hezar malbatî hene.
Em niha li ser planên ewlehiyê dixebitin da ku mîna xelkê Efrînê, ev welatî jî bi silametî û rûmet vegerin ser mal û milkên xwe."
Mistefa Ebdî di dawiyê de, derbarê hejmara parlamenterên ku dê ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê ve werin destnîşankirin got:
"Ez nizanim dê kengî eşkere bibe, lê belê Serok li hevsengiyê dinêre.
Ew dê balê bikişîne ser hejmara jinan, Kurdan (yên Qamişlo, Heleb û Efrînê jî) û Mesîhiyan da ku lîsteyê amade bike."



