Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurrojavayê welatê Kenyayê, di şewata dibistaneke keçan de 16 xwendekar mirin û 79 xwendekar jî birîndar bûn.
Birêvebirê Ewlehiyê yê Herêma Rift Valleyê ya Kenyayê Samuel Ndanyi di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku li bajarê Nakuruyê bi şev agir bi dibistaneke keçan ketiye ku cihê mayînê jî lê hebûye.
Wezîrê Perwerdeyê yê Kenyayê Julius Ogamba jî li ser mijarê daxuyaniyek da û eşkere kir ku dema şewatê de 808 xwendekarên keç li dibistanê bûne û anî ziman:
"Ji van xwendekaran 79 kes birîndar bûn.
Tedawiya 71 birîndaran temam bû û ew ji nexweşxaneyê derketin û ya 7 xwendekaran hîn jî didome.
Heta niha 16 xwendekar mirine."
Lêpirsîn didome
Sekreterê Kabîneya Wezareta Karên Navxwe ya Kenyayê Kipchumba Murkomen diyar kir ku lêpirsîna li ser rûdanê didome.
Murkomen bangî xelkê kir ku heta encamên lêpirsînê eşkere nebin li ser sedema şewatê tiştên nepiştrast neyên gotin.
Bajarê Nakuruyê nêzîkî 160 kîlometreyan li bakurrojavayê Nairobiya paytext e.
Ev bajar wekî yek ji navendên girîng ên Kenyayê tê dîtin.
