Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di 24 demjimêran de 23 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
Hat ragihandin ku ew keştiyên petrolê, keştiyên konteyneran û yên bazirganiyê bûne.
Keştî piştî wergirtina destûrê û bi hevahengiya Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran derbas bûn û ewlehiya wan jî ji aliyê Supaya Pasdaran ve hat parastin.
Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kendav herêmeke avî ye û ya Misilmanên welatên herêmê ye.
Supaya Pasdaran diyar kir ku “destdirêjî û xirabiyên artêşa Amerîkayê sedema herî girîng a nearamiya van rojan e.”
Pêwendiyên Giştî yên Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran da zanîn ku ew Tengava Hurmizê bi awayekî berdewam û tund kontrol dikin.
Hat eşkerekirin ku ew dê êdî rê nedin ku ti alî ewlehiya rêyên avî bixe metirsiyê.
