Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Niştimanî ya Tawanê ya Brîtanyayê (NCA) navên sê qaçaxçiyên Kurd xistin nav lîsteya tawanbarên ku berê derbarê wan ferman hatiye derxistin.
Bi vî awayî ew piştî qedandina cezayê zindanan jî dê di bin çavdêriya tund de bin û geşt û pêwendiyên wan werin sînordarkirin.
Ajansa Niştimanî ya Tawanê lîsteya nû ya tawanbarên metirsîdar belav kir ku ji 30 kesî pêk tê.
Di nav lîsteyê de navên Dilşad Şemo û Elî Xidir hene ku li başûrê Galerê dijîn.
Meha nîsana borî ji ber tohmeta qaçaxçîtiyê, li her yek ji wan 19 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.
Li gorî lêkolînan, wan her du kesan serkirdayetiya toreke navneteweyî ya qaçaxçîtiyê dikir da ku koçberan ji Îraq, Îran û Sûriyeyê veguhêzin Ewropa û piştre jî bibin Brîtanyayê.
Wan bi rêya medyaya civakî reklama karên xwe dikir û hêsankarî ji bo gihîştina koçberan pêk dianî.
Kesê sêyem ê ku navê wî ketiye lîsteyê Ramal Îbrahîm e.
Îbrahîm Ramal Tîrmeha 2024an li mala xwe ya li bajarê Wolverhamptonê hatibû desteserkirin.
Lêkolerên ajansê eşkere kir ku Ramal endamê komeke navneteweyî bûye ku bi sedan kes bi rêyên neyasayî û bi belemên biçûk gihandine Brîtanyayê.
Adara îsal li Ramal zêdetirî 10 salan cezayê zindanê hatibû birîn.
"Fermana paşkok" çi ye û çawa kar dike?
Armanca "Fermana paşkok" (tawanbarên ku berê derbarê wan ferman hatiye derxistin) ku wekî "fermana rêlibergirtina tawana metirsîdar" û "sînordarkirina geştê" tên naskirin ew e ku rê li ber van kesan were girtin da ku piştî azadbûna xwe ducare venegerin ser karê qaçaxçîtiyê.
Li gorî fermanan, ev sê Kurd dê di geştkirin, bikaranîna amûrên pêwendiyê û karên xwe yên darayî de rûbirûyî sînordarkirinên tund bibin.
Berpirsa Yekeya Birêvebirina Zindaniyan li NCAnê Alison Abbottê ragihand:
"Ev ferman amrazeke bihêz in ji me re dibin alîkar ku em bi sûcdarên herî giran û zererdar re mijûl bibin, û piştî ku cezayê xwe diqedînin, rê li ber vegera wan a sûc digirin.
Hebûna navan di vê lîsteyê de tê wê wateyê ku tu di bin radara me de dimînî.
Tu dê ji bo tawanbarên din bibe kesekî 'bi jehr' çimkî kî pêwendiyê bi te re deyne, ew jî dikeve bin çavdêriyê."
Desteserkirina qaçaxçiyan ji sedî 55 zêde bûye
Ajansa Niştimanî ya Tawanê (NCA) amaje pê dike ku tekoşîna li dijî qaçaxçîtiya koçberan di nav karên wan ên herî pêşîn de ye.
Niha zêdetirî 100 lêkolînên çalak di vî warî de didomin.
Li gorî amarên fermî, desteserkirina qaçaxçiyan li Brîtanyayê ji sedî 55 zêde bûye.
Heta Nîsana 2026an, bi wê tohmetê nêzîkî 300 kes hatine desteserkirin.
Ev jî nîşaneya tundkirina tedbîrên ewlehiyê yên wî welatî ye ku ji bo parastina sînorên xwe distîne.
