Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio eşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê beşdarî Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê bibe.
Marco Rubio destnîşan kir, “Ev lûtke dê di dîroka hevpeymaniyê de bibe civîna herî girîng.”
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, pirsên Komîteya Karên Derve ya Kongreya Amerîkayê yên li ser daxwaza budceya sala darayî ya 2027an a Wezareta Karên Derve û mijarên din ên navneteweyî bersivandin.
Rubio li ser Lûtkeya NATOyê agahî dan endamên Kongreya Amerîkayê û got, “Serok dê bi xwe beşdarî Civîna Serokên Dewletan a NATOyê bibe.”
“Dê civîna herî girîng be”
Rubio ji bo lûtkeya ku dê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê were lidarxistin got:
"Ez wiha difikirim ku civîna NATOyê ya ku dê meha tîrmehê li Tirkiyeyê were lidarxistin, dibe ku di dîroka NATOyê de bibe civîna herî girîng."
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê anî ziman ku di lûtkeya li Enqereyê de "hinek tiştên ku divê werin eşkerekirin û sererastkirin hene."
Rubio da zanîn ku Amerîka hîn jî endamê NATOyê ye û destnîşan kir ku pêdiviya NATOyê bi "guherînên girîng" heye û ev guherîn dê di lûtkeya ku 7-8ê Tîrmehê li paytexta Tirkiyeyê were lidarxistin de werin nîqaşkirin.



