Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Ragihandinê ya Hevpeymaniya Ezimê bi boneya salvegera damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê, "pîrozbahiyên herî germ" pêşkêşî birêvebir û karmendên Rûdawê kirin.
Ofîsa Ragihandinê ya Hevpeymaniya Ezimê ya Suneyên Îraqê bi boneya 13emîn salvegera damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê peyameke pîrozbahiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şand.
Hevpeymaniya Ezimê di peyama xwe de wiha got:
"Bi boneya 13emîn salvegera damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê, em di gihandina peyama wê ya medyayî de serkeftina berdewam û bipêşketina zêdetir ji bo vê saziyê dixwazin."
Hevpeymaniya Ezimê ya bi serokatiya Musenna Semeraî, pesnê hewldanên Rûdawê yên salên borî da.
Wan hewldanên Rûdawê yên ji bo rûmalkirina bûyeran û şopandina pirsgirêk û mijarên girîng bilind nirxandin.
Di peyamê de ji bo tora nûçeyan "di oxira xizmetkirina karê medyayî û çespandina bingehên pîşeyîbûn û bêalîbûna di karkirinê de" hêviya zêdetir bipêşketinê hat xwestin.
Dîroka Tora Medyayî ya Rûdawê
Îro 29ê Gulanê ye. Bi ser destpêkirina weşana fermî ya tora nûçeyan a herî mezin û diyar a Kurdistanê re 13 sal derbas bûn.
Di jiyê xwe yê 13 salan de, Tora Medyayî ya Rûdawê karîbû bibe çavkaniya zanyariyan a ji bo navxwe û derveyî welêt.
Rûdawê di berdêla vê xizmeta xwe de gelek xelatên cîhanî bi dest xistine.
Zêdetirî 17 milyonan şopînerên wê hene
Ji bilî ekrana wê ya ku herî zêde tê temaşekirin, Tora Medyayî ya Rûdawê di medyaya civakî de jî pêşeng e.
Li ser Facebookê zêdetirî 11 milyon, li ser Instagramê 3,4 milyon, li ser TikTokê 1,5 milyon û li ser Xê jî 1,5 milyon şopînerên wê hene.
Rûdawê bi bikaranîna teknolojiya cîhanî ya herî nû ya di warê wênegirtin, stûdyo û grafîkê de, karîbû asta dîtinê li Başûrê Kurdistanê û Îraqê biguhere.
Vê yekê kir ku Rûdaw bi kanalên herêmî û cîhanî yên herî mezin re bikeve pêşbaziyê û ji bo medyaya Kurdistanî bibe pêşeng.
Yek ji destkeftiyên herî mezin ên Rûdawê, gihandina dengê Kurdan a ji bo navendên biryarder ên cîhanê bû.
Bi rêya nûnerên xwe yên li Washington, Bruksel, Moskow û paytextên bibandor, Rûdaw ji bo ajansên nûçeyan ên cîhanî bû çavkaniyeke cihê pêbaweriyê.
Çavkaniya ajansên cîhanî
Rûdawê di demên hestiyar û şeran de îsbat kir ku xwediya jêrxaneyeke mirovî ya xurt e.
Rûmalên zindî û gihandina nûçeyan a ji nava dilê bûyeran a bi awayekî gelekî pîşeyî, wisa kir ku Rûdaw bibe mala yekem a hemû wan temaşevanan ku li pey rastiyê digerin.
Her wiha Rûdaw bû çavkaniya ajansên cîhanî yên wekî Agence France-Presse (AFP), Associated Press (AP), Reuters û Tora Parvekirina Nûçeyan a Ewropayê (ENEX) û kanalên cîhanî yên wekî CNN, Sky News, BBC û bi dehan kanalên din.
Rûdaw tenê li ser ekranê nema. Wê medyaya civakî û portala xwe jî kirin platformên zindî.
Rûdaw bi çendîn zimanan (Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Tirkî) dengê xwe digihîne. Ev yek jî asteke bilind a dariştina stratejiya medyayî nîşan dide.
Dibistaneke rojnamegeriyê
Yek ji xizmetên herî mezin ên Rûdawê, avakirina dibistanekê bû ji bo perwerdekirina rojnameger û pêşkêşkarên pîşeyî.
Ew rojnameger li gorî standardên cîhanî dixebitin û ev jî bû sedema zêdetir dewlemendbûna qada rojnamegeriyê ya li Kurdistanê.
