Gaza xwezayî ya malan ji sedî 38 biha bû

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan BOTAŞ Gaza Xwezayî Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Veguhastin û Xetên Boriyan (BOTAŞ) ragihand ku gaza xwezayî ya malan ji sedî 38 biha dibe.

BOTAŞê li ser malpera xwe bihayê nû yê gaza xwezayî belav kir.

Li gorî daxuyaniya BOTAŞê, ji 1ê tebaxa îsal û pê ve gaza xwezayî ya malan ji sedî 38 biha dibe.

Bihayê gaza xwezayî ya avahiyan jî cihên ku salane di bin 300 hezar metre sêcayî re xerc dikin jî ji sedî 33,1 biha dibe.

Herwiha ji bo qademeya yekê di 1000 metre sêca gaza xwezayî de 8 hezar û 549 lîre û ji bo qademeya duyem jî 11 hezar û 380 lîreyên Tirkî hatiye diyarkirin.

Bihayê gaza ku di hilbirîna elektrîkê de tê bikaranîn jî ji bo 1000 metre sêca wekî 12 hezar lîre hatiye diyarkirin.

BOTAŞê ji bo avahiyan jî bihayê gaza xwezayî ku dê bide kompanyayên belavkirinê ji bo 1000 metre sêcayî kiriye 5 hezar û 631 lîre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst