RIHA – Îsal ji ber bihabûna zêde qurban nayên firotin

31-05-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Riha Qurban Bihabûn Feqîrî Firotin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bihabûna zêde ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bandoreke neyînî li bazara qurbanan jî kiriye û li Rihayê qurban nayên firotin.

Ji Cejna Qurbanê re tenê 16 roj mane, ajeldar û gundî ajelên xwe yên bîçûk û mezin ji bo firotinê vediguhêzin bazarê.

Tevgereke zêde ketiye bazarê lê ji ber bihabûn û enflasyonê îsal ajel nayên firotin û bazara qurbanê gelekî qels e.

“Destê milet teng e, mal ne erzan e”

Serokê Komeleya Bazara Ajelên Zindî ya Rihayê Îzzet Çîftçî ji Rûdawê re ragihand ku îsal rewşa bazarê xirab e û û got:

 “Sala 2024an li bazara me ya Rihayê dewarên biçûk û mezin pir in lê enflasyona Tirkiyeyê jî gelekî ne rind e.

Destê milet teng e, mal ne erzan e. Ji ber vî hawî jî dê îsal qurban di destê milet de bimînin.

Pezê biçûk û dewar dê neyên firotin. Hîn 10-15 roj mane lê ji ber bihabûnê dê milet jî îsal qurbanê nekire û serjê neke.

Di tîcareta Rihayê de pirsgirêkek nîne lê ji ber bihabûnê mal nayê firotin.

Sala 2023yan me gelek ajel hinardeyî derve kirin û hinardeya me gelekî zêde bû lê îsal tîcareta me heta niha tune.”

Ajeldarên ku ajelên xwe anîne bazarê jî ji rewşê gilî û gazinan dikin û dibêjin îsal dê zerereke zêde bikin.

“A niha milet zererê dike”

Ajeldar Zeki Al wiha behsa bihabûnê kir:

“Îsal Eydiya Qurbanê de niha rewş ne rind e. Hefteyek 10 rojên din piyase bikeve yan rabe Xweda dizane.

A niha milet zererê dike. Bi rastî jî pir zererê dike. Niha zerereke mezin xanê dike. Înşalah di Eydiya Qurbanê de biha baş bibin û mal bê firotin.”

Hinek jî dibêjin pez û dewar biha bûne û lîre bê qîmet bûye, hêviya wan ew e bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re rewş baştir bibe.

“Îsal dê milet bi hev re rezîl bibe”

Ajeldar Omer Abrak diyar kir ku rewş gelekî xerab e û pê de çû:

 “Îsal dê milet bi hev re rezîl bibe. Bazar xerab e, mal nayê firotin.

 Weleh rewş ne rind e. Îro rewş ne rind e.

Sibe jî çito dibe Xweda dizane. Weleh dê feqîr û fiqare giş bi hev re perîşan bibin.”

“Zor e ku milet karibe bikire”

Ajeldar Mehmet Subay jî bal kişand ser enflasyonê û anî zimên:

“Enflasyon pir biha ye. Ango milet hinekî mexdûr e. Zor e ku milet karibe bikire. Dê çer bibe ne belî ye, hîn 9-10 roj mane.

Jiyan jî hinekî biha bûye. Mal jî gelekî biha ye, êdî here yan nere Xweda dizane.”

Riha di hejmara ajelên biçûk de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rêza sêyemîn de.

Riha ji bilî pêwîstiya navxweyî gelek ajelan jî difiroşe bajarên Tirkiye û welatên din jî.

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) li Rihayê 2 milyon û 223 hezar û 195 ajelên biçûk û 314 hezar û 18 ajelên mezin hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst