Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê dolar 2 hezar û 650 tumenan daket û dolarekî Amerîkî bi 186 hezar û 450 tumenan hat kirîn û firotin.
Li gorî amarên bazara diravî ya Îranê, di 24 demjimêrên dawî de bihayê herî bilind ê dolar 189 hezar û 100 tumen û yê herî kêm jî 185 hezar û 600 tumen bûye.
Bihayê niha yê dolar li gorî hefteya borî ji sedî 1,06 daketiye lê amar eşkere dikin ku di şeş mehên dawî de qîmetê dolar li beramberî tumen ji sedî 27,01 zêde bûye.
Doh bazara diravî bi daketineke berbiçav dest pê kir û bihayê dolar gihîşt 186 hezar tumenan. Di dawiya bazarê de jî bihayê dolar heta bi 185 hezar û 500 tumenî daket.
Bazirganên bazarê di wê baweriyê de ne ku ev daketina dolar zêdetir bi guherînên siyasî ve girêdayî ye.
Sedema sereke ya livîna bazarê ya di van çend rojan de, biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo rawestandina êrişên leşkerî yên li ser Îranê bû.
Vê biryarê gotegotên derbarê destpêkirina ducare ya rêya dîplomatîk a di navbera Tehran û Washingtonê de xurttir kirin.
Her wiha medyaya navneteweyî behsa berdewamiya hewlên navbeynkaran dike da ku atmosfera diyalogê biparêzin û rê li ber vegera alozî û girjiyan bigirin.
Pêşbîniyên li ser bihayê dolar
Analîst di wê baweriyê de ne eger pêvajoya aramkirina alozî û girjiyan berdewam bike û nûçeyên erênî li ser dan û standinên dîplomatîk belav bibin, eger heye ku bihayê dolar zêdetir dakeve û bigihe asta 180 hezar tumenî.
Lê li aliyê din, eger dan û standin rastî astengiyan werin an jî alozî û girjiyên siyasî û ewlehî ducare derkevin, xwesteka ji bo kirîna dolar dê zêde bibe.
Di rewşeke wiha de eger heye ku bihayê dolar careke din bi ser 190 hezar tumenî bikeve.
.webp&w=3840&q=75)


