Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îranê ragihand ku dahata firotina petrolê ya welêt di 4 mehan de 11 milyar dolar derbas kirine.
Wezareta Petrolê ya Îranê li ser firotina petrolê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di navbera 21ê Adarê û 22yê Tîrmehê de firotina petrolê ji 11 milyar dolaran pirtir bûye.
Her çi qasî di daxuyaniyê de amarên heman dema sala borî cih negirtibin jî, hat eşkerekirin ku di heyama navbera 22yê Kanûna Pêşîn a 2025an û 20ê Adara 2026an de dahata petrolê nêzîkî 8 milyar dolaran bûye.
Wezaretê destnîşan kir ku ev daxuyanî piştî wan angaştan hatiye dayîn ku digotin "Çavkaniyên diravên biyanî kêm bûne û aboriya Îranê ji ber performansa Wezareta Petrolê ber bi hilweşînê ve diçe."
Bandora dorpêçan
Tê angaştkirin ku beriya êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, dahata salane ya petrolê ya welêt derdora 50-60 milyar dolarî bû.
Lê hat destnîşankirin ku piştî dorpêça Amerîkayê ya li Deryaya Umanê, firotina petrolê ya Îranê kêm bûye.



