Hikûmetê biryar da: Dê 150 hezar lîreyan bidin ên ku dizewicin

28-09-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Zewac Kredî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand dê 150 hezar lîreyên Tirkî wekî krediya bêfaîz bidin kesên ku nû dizewicin.

Recep Tayyip Erdogan 26ê Îlonê biryarên civîna kabîneyê ji rojmanevanan re ragihandin.

Erdogan amaje pê kir ku dê proje li herêma erdhejê dest pê bike û got:

“Em dê bi rêya Banka Malbat û Ciwanan 150 hezar lîre krediya bê faîz bidin kesên nû dizewicin. Em dê projeyê li herêma erdhejê bidin destpêkirin.

Em dê wekî Hevpeymaniya Cumhurê yasayê pêşkêşî parlamentoya xwe bikin.”

Erdogan, dema propagandaya hilbijartinê soz dabû ku dê 150 hezar lîre krediya bêfaîz bidin kesên nû dizewicin.

Ev kredî dê di 48 mehan de bê vegerandin.

Şertên dana krediyê dê di yasayê de bên diyarkirin lê temenê kesên dizewicin û rewşa wan a debarê wekî şert tên danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst