Li Stenbolê kirêya xaniyan erzan bû û firotin kêm bû

27-08-2023
RÛDAW
Kêmbûna hejmara geştyaran li Stebolê kirêya xaniyan erzan kir
Kêmbûna hejmara geştyaran li Stebolê kirêya xaniyan erzan kir
Nîşan Stenbol Kirêya Xaniyan Erzan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê kirêya xaniyan erzan bûye û firotina wan kêm bûye.

Li Stenbolê demsala havînê ye, geştyar kêm in û xwendekarên zanîngehan jî ji ber betlaneya havînê berê xwe daye bajarên xwe.

Ji ber kêmbûna hejmara geştiyaran û çûna xwendekarên zanîngehan, li Stenbolê kirêya xaniyan erzan bûye.

Emlakfiroş Cengiz Şahîn diyar kir ku di van rojan de kirêya xaniyan hinekî daketiye û got:

“Bijardeyên xaniyan û alternatîv zêde bûne. Ji ber havîn e, xwendekar vegeriyane bajarên xwe, wextê kirêkirin û barkirinê ye.

Dema em van hemûyan didin ber hev alternatîv piçekî zêde bûne. Helbet bi hatina geştiyaran re kirêkirinên rojane û air BNB jî kêm bûne û niha alternatîv zêdetir in û kirê jî piçekî erzan bûye.”

Li Stenbolê xaniyê herî erzan bi 5 milyon lîreyan e ku dike nêzîkî 185 hezar dolar.

Emlakfroş dibêjin, karmendên mûçeyê herî zêde werdigrin jî nikarin xaniyekî bikirin.

"Em bifiroşin kê?"

Şêwirmendê Weberhênanê Yalçin Bayezitlioglu jî got:

“Dema em dinêrin geştyarî jî bi taybetî li Stenbolê kêm e. Jixwe bi van bihayan firotin ne pêkan e.

Bihayê xaniyekî ji 5 milyon lîreyan dest pê dike û heta 15 milyon lîreyan diçe. Bi vî bihayî kirîn ne pêkan e.

Em bifiroşin kê? Burokrat, misteşar û karmendên herî baş jî nikarin pereyekî wiha kom bikin daku ji xwe re xaniyekî bikirin.”

Stenbol ji aliyê hejmara niştecihan ve bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê ye.

Li gorî amarên fermî, li Stenbolê 15 milyon û 907 hezar û 951 kes dijîn.

Ev rêje dike ji sedî 18,65ê hemû welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Li parêzgehê nêzîkî 4 milyon û 500 hezar avahî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst