RIHA – Derya nîne lê salane bi 100 milyon dolaran masî tên hinardekirin

27-02-2024
RÛDAW
Li Rihayê salane 20 hezar ton masî tên berhemanîn
Li Rihayê salane 20 hezar ton masî tên berhemanîn
Nîşan Riha Çemê Feratê Masî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê derya nîne lê li qeraxa çem tesîsên masiyan hatine danîn û salane 20 hezar ton masî tên berhemanîn.

Li navçeya Bêrecûkê a Rihayê li qeraxa Çemê Ferêt tesîsên berhemanîna masiyan hatine danîn.

Gelek malbat debara xwe pê dikin û bûye sektoreke girîng a dahata deverê.

Berpirsên bajêr dibêjin dahata salane ya hinardekirina masiyan nêzîkî 100 milyon dolaran e.

"Em nêzîkî 20 hezar ton masî berhem tînin"

Rêvebirê Saziya Çandinî û Daristanê ya Rihayê Mehmet Aksoy got:

“Li Rihayê li herêma Bêrecûk, Heweng û Siwêreg jî di nav de em nêzîkî 20 hezar ton masî berhem tînin. Sûda van masiyên ku em berhem tînin ji bo hinardeyê nêzîkî 100 milyon dolaran e.”

Masiyên deqsor û masîxatûnkên li Çemê Feratê têne berhemanîn û ji bilî bazara navxweyî dişînin welatên wek Rûsya, Almanya û welatên Rojhilata Dûr.

"Sektora masîvaniyê 80 qatî mezin bû

Mehmet Aksoy herwiha got:

“Em di 20 salên dawî de wek sektora masîvaniyê 80 qatî mezin bû. Berhemên ku em li Rihayê li herêma Bêrecûkê berhem tînin, piranî hinardeyî Rûsyayê dikin.”

Li ser asta Rojhilata Navîn mezintirîn tesîsa berhemanîna masiyan li navçeya Hewengê ya Rihayê ye ku li ser qadeke 134 hektar hatiye avakirin û hezar û 100 metre çargoşeya wê qada girtî ye.

Li peravên Çemê Feratê yên Riha û Dîlokê 42 tesîsên berhemanîna masiyan hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst