RIHA - Bazara zêr ji ber bihabûnê kêm bûye

26-01-2025
RÛDAW
Dikana zêrîngerekî li Rihayê / Wêne: Ji dîmenan
Dikana zêrîngerekî li Rihayê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Riha Zêr Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Rihayê bi model û karkeriya taybet a hilberîna zêr balê dikşîne lê zêringer û hosteyên têlkariyê ne razî ne ku bazar kêm bûye.

Li Rihaya Bakurê Kurdistanê hosteyekî têlkariyê diyar kir ku ew modelên gelerî bi xwe di atolyeyan de bi dest çêdikin û ev jî karekî zehmet e.

Hosteyê Têlkariyê Mahmut Încî wiha got:

“Li Rihayê herî zêde zêrên 22 eyar û modelên wekî Madonna, Frenk û yên gelerî tên hilbijartin û kirîn.

Li gorî berhemên ji derve tên cûda ne. Lê niha ji ber biha bûne, kirîn jî kêm e û ji ber wê jî bazar nîne.”

Zêrên ku li parêzgehê tên hilbirîn bi bihayeke sabît tên kirîn û firotin.

Lê bihayên zêrên ku ji derve tên berdewam diguhere.

“Niha kirîn kêm e”

Zêringer Bunyamîn Keskînbiçak jî got:

“Li parêzgehê modelên Aqitma û Madonna ji bo bûkan e û bazin ji derve tên.

500 gram heta 600 gram zêr dikirin û ev jî dike nêzîkî milyonek heta 2 milyon lîreyan.

Berê mişterî zêdetir bûn lê niha ji ber enflasyonê kirîn kêm e.”

Zêr ji bo demeke dirêj wekî sermayeyeke ewle tê dîtin ku bihayê wê her zêde dibe.

Lê di wan modelên ku karkerî hebe de nêzîkî 5 graman kêm tê hesibandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst