Oznur Bartin: Bêkarî herî zêde li bajarên Kurdan heye

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Aborî Oznur Bartin Wan Mûş Colemêrg Bedlîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê Oznur Bartinê ragihand ku bêkarî herî zêde li parêzgehên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê heye.

Parlamentera DEM Paritiyê Oznur Bartin doh li parlamentoya Tirkiyeyê axivî û bal kişand ser bêkarî û rewşa aborî ya hinek bajarên Bakurê Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyeyê rexne kir.

“Bi salan e li bajarên Kurdan polîtîkayên nedadmend tên meşandin”

Oznur Bartinê amaje bi amarên bêkariyê yên Saziya Amaran a Tirkiyeyê da û got:

“Li gorî amarên sala 2023yan ên TUIKê, bajarên ku rêjeya bêkariyê li wan herî zêde ye Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrg in.

Polîtîkayên nedadmend ku bi salan e li bajarên Kurdan tên meşandin, rê li ber bikaranîna mafên demokratîk ên xelkê girtine û bûne sedem ku welatiyên li van navçeyan dijîn rûbirûyî asîmîlasyona çandî bibin.”

“Divê ji polîtîkayên ewlehiyê dûr bikevin”

Bartinê ragihand ku newekheviyên herêmî ew qasî kûr in êdî tenê bi hilberînên aborî nayên çareserkirin û meseleyeke pirrehendî ye û got:

“Ji bo vê yekê divê ji polîtîkayên ewlehiyê dûr bikevin û modeleke demokratîk a geşedanê bê bicîhkirin ku mafên sereke yên xelkê û îradeya wan esas digire.”

Parlamentera DEM Partiyê her wiha got:

“Ew budceya ji bo ewlehiyê tê veqetandin divê ji bo projeyên ku kalîteya jiyana xelkê zêde dikin bê veqetandin.

Li gel vê garantîkirina mafên kolektîv ên Kurdan di destûrê de tenê van newekheviyan çareser nake, di heman demê de dê pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê bileztir bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst