Kelûpelên dibistanan biha bûne: ‘Malbat dê hîn jî gelek zehmetiyan bibînin’

24-08-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Bi nêzîkbûna demsala xwendinê re kelûpelên dibistanan biha bûne
Bi nêzîkbûna demsala xwendinê re kelûpelên dibistanan biha bûne
Nîşan Dibistan Kelûpel Xwendin Bihabûn
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 11ê Îlonê dibistan vedibin lê malbat ji niha ve hewl didin ku kelûpelên xwendinê ji zarokên xwe re bikirin.

Li gorî raporeke ku hatiye belavkirin, xercên xwendekarekî li gorî sala borî ji sedî sed zêde bûne û hêrî kêm mehê bûye 6755 lîreyê Tirkî.

"Dê bihayên gelekî zêdetir jî bibînin"

Xwediyê kirtasiyeyê Mahmut Hekimhan li ser bihabûnê anî ziman:

“Bilindbûna bihayê dolar dibe sedem ku bihayê kaxezê û berhemên din bilind bibe.

Bihayê hemû berheman zêde dibe, mamosta û malbat û xwendekar dê bihayên gelekî zêdetir jî bibînin.”

Li gorî raporên hatine belavkirin, sala borî xerca xwendekarekî mehane 3296 lîre bû, îsal bûye 6755 lîre.

Bihayê cilûbergên xwendekaran jî ji 800 lireyî bûye 1550 lîre.

Seroka Yekîtiya Malbatên Xwendekaran jî got pêwîst e hikûmet alikariya malbatan bike.

Seroka Yeketiya Malbatên Xwendekaran Yelîz Bakîrê got:

“Ji bo zarokên diçin dibistanên fermî, qirtasiye û cilûberg dibin barekî giran.

Dibe ku ji bo zarokên xwedîpêwîstî wate kêmdahat alikariyeke cidî bê kirin. Alikariyên madî û yên qirtasiyeyê yê pêwîst bên kirin.”

Hikûmeta Tirkiyeyê tenê ji bo kesên ku dahata takeyî ya mehane ji 3800 lîreyan kemtir be salê carake 1300 lîre wekî alikariya perwerdeyê dide.

Malbat dixwazin ku şertên wergirtina alikariyê bên sivikkirin û alikarî jî bê zêdekirin.

Hemwelatiyê bavê du xwendekaran Sabrî Eren jî got:

“Ev reqemên ku behsa wan tê kirin ne derew in, hemû rast in her tişt biha ye. Ji bo malbatên xwedîxwendekar gelekî zehmet e.”

Dayîka sê xwendekaran Sabîha Derebeyê wiha jî got:

“Hemû kes dibîne xercên xwendinê gelekî zêde ne, mûçeyên me diyar in, bi taybetî îsal malbat dê gelek zehmetiyan bibînin.”

Li Tirkiyeyê ji bilî zanîngehan, li dibistanên seretayî, navendî û lîseyan zêdetirî 19 milyon xwendekaran perwerdeyê dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst