Akrê (Rûdaw) – Havîngeha Sîpe ya Akrê yek ji cihên geştiyariyê ya Duhokê ye, ku tenê roja duyem a cejnê, nêzîkî 4 hezar geştiyar serdana wê derê kirin. Herwiha di nav du rojên betlaneya cejnê de 30 hezar geştiyar berê xwe dane parêzgeha Duhokê.
Geştiyarekî ku ji Bexdayê hatiye havîngeha Sîpe ji Rûdawê re diyar kir: “Xelkê vê deverê mirovên gelek baş in, keş û hewayeke xweş û seyrangeheke dilgîr heye, her tiştên wan xweş e û karên wan bi rêkûpêk e.”
Herwiha geştiyarekê jî diyar kir: “Li vir geşta me gelek xweş derbas dibe, mêvandariyeke wan a baş heye. Ez yekem car e tême vê seyrangehê, ez ne li bendê bûm ku ev qas xweş be û kar bi awayekî xweş birêve biçin. Lê her tişt gelek baş e û em demeke xweş derbas dikin.”
Rêveberiya geştiyariyê lijneyek pêk aniye, ji bo pêşwazîkirina geştiyaran. Rêveberî diyar dike ku heta niha 15 hezar geştiyar serdana navçeya Akrê kirine.
Piraniya geştiyarên ku serdana deverên geştiyarî yên Duhokê dikin, ji navîn û başûrê Iraqê ne.
Geştiyarekî Iraqî dibêje: “Kurdistan gelek pêşketî ye û piraniya seyrangehên Akrê ji aliyê xizmetguzariyê ve pêş ketine.”
820 cihên geştiyariyê li sînorê parêzgeha Duhokê hene, ku 13 ji wan li navçeya Akrê ne, di rojên Cejna Qurbanê de rojane 15 hezar geştiyar hatine Duhokê.



