Kêmasiya bazirganiya derve ya Tirkiyê ji %17,6 zêde bû

23-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmasiya bazirganiya derve ya Tirkiyê ya meha Gulanê li gor heman meha sala par %17,6 zêde bû û ji 10 milyar û 657 milyon dolaran derket 12 milyar û 527 milyon dolaran.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) amarên meha Gulana 2023an ên bazirganiya derve eşkere kirin. Her ku diçe ferqa di navbera hinarde û hawirdeya Tirkiyê de zêdetir dibe.

Li gor amaran hinardeya Tirkiyê di meha Gulanê de li gor heman meha sala par %14,4 zêde bû û gihişte 21 milyar û 659 milyon dolaran. Hawirdeya Tirkiyê jî %15,5 zêde bû û gihîşte 34 milyar û 186 milyon dolaran. Bi vî awayî kêmasiya bazirganiya derve ya Tirkiyê di meha Gulana 2023ê de li gor heman meha sala par %17,6 zêde bû û ji 10 milyar û 657 milyon dolaran derket 12 milyar û 527 milyon dolaran.

Her wiha di 5 mehên destpêkê yên sala 2023ê de kêmasiya bazirganiya derve ya Tirkiyê li gor heman mehên sala par %29,3 zêde bû û ji 43 milyar û 341 milyon dolaran gihişte 56 milyar û 22 milyon dolaran.

Meha Gulana 2023an bi giştî di hinardeya Tirkiyê de Almanyayê bi milyarek û 811 milyon dolaran di rêza yekem de cih girt û bi milyarek û 306 milyon dolaran Amerîka di rêza duyem û bi milyarek û 56 milyon dolaran Brîtanya di rêza sêyem û bi milyarek 11 milyon dolaran Iraq û Herêma Kurdistanê di rêza çarem, bi milyarek û 4 milyon dolaran Îtalyayê di rêza pêncem de cih girt.

Di hawirdeyê de jî Rûsyayê bi 4 milyar û 569 milyon dolaran di rêza yekem de cih girt. Bi 4 milyar û 347 milyon dolaran Çîn di rêza duyem û bi 2 milyar û 671 milyon dolaran Almanya di rêza sêyem, bi milyarek û 809 milyon dolaran Îmarat di rêza çarem û bi milyarek û 633 milyon dolaran Amerîka di rêza pêncem de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst