Krîza aborî tevî hemû rêgiriyên desthilatê kûrtir dibe

23-05-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Eger heye heta dawiya salê nirxê dolar 30 lîreyên Tirkî derbas bike
Eger heye heta dawiya salê nirxê dolar 30 lîreyên Tirkî derbas bike
Nîşan Krîza Aborî Tirkiye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li nava Tirkiye qeyrana aborî êdî gihîştiye wê radeyê ku rêjeyeke zêde ya welatiyan nikaribin nana rojê jî bibin malê. Mûçeya kêmane ketiye jêr sînorê birçîmayînê û zêdebûna kirê û xurek û kelûpeyan bê rawest berdewam dike. Dolarê Amerîkî di dîroka vî welatî de cara ewil 20 lîre derbas kir. Gumana ku piştî hilbijartinan heta dawiya salê yek dolar bigihîje 30 lîre hemû plan û haziriyên xelk û şerîkeyan serobin dikin. Rewşa xelkê gihîştiye asta birçîmayînê.

Di wê demê de ku rojeva Tirkiye bi temamî ji hilbijartin û nezelaliya serokomariyê pêk tê, pêleke nû ya qeyrana aborî bazar da ber xwe. Yek dolarê Amerîkî rekoreke dîrokî tomar kir û sînorê 20 lîre derbas kir. Euro cara ewil 22 lîre li dûv xwe hişt û pê re jî li bazarê bihabûn berbelav dibe. Xelk eger hebe di destê wan de, pereyê xwe bi zêr û dolar diguhirin.

Qeyrana aborî ya ku ew çend sal in berdewam dike, tevî hemû rêgiriyên desthilatê kûrtir dibe. Bihayê her tiştî li nava bazarê girêdayî nirxê dolar her zêde dibe. Enflasyon li gor TUÎKê ji sedî 44 li gor ENAGê ji sedî 105 e û ew jî pişta esnaf û welatiyan dişkîne.

Esnaf Bekîr Demîr dibêje: “Welehî ji bo xelkê xwecihî kêşe zêde ye. Dema xwecihî tên em dibên em tomarîfiroş in û paş de diçin. Lê dema geştiyar tên tiştekî ku bo xwecihiyan 600 lîre be em dibên 30 dolar û bo wan kêşe nabe.Nabe em nikarin bifiroşin xwecihiyan.”

Li gor pisporan desthilat berdewam dolarên di destê xwe de difiroşe da rê li ber faîzan bigire. Lê her ku dolar kêm dibe vê carê biha zêde dibe. Li gor saziyên navxwe û navdewletî kêr gihîştiye hestî û piştî hilbijartinan dê îflasên bê hejmar û mezin destpê bikin.

Welatî Nazmî Toymaz jî got: “Helbet li tevahiya cîhanê qeyran heye û li Tirkiye jî heman tişt berdewam dike. Em çi bêjin.”

Niha Tirkiye bi temamî di germahî û kelecana hilbijartina serokomar de ye. Lê qeyrana ku ji kûrahiyê ve diherike, ne tenê îro lê rojên bê yên desthilata nû jî dixe metirsiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst