Hewlêr (Rûdaw) – Cotkarekî Rojavayê Kurdistanê dibêjin nirxê berhemên wan têra xerciya çandiniya wan nake.
Nirxê yek dolarê Amerîkî, li Rojavayê Kurdistanê 12 hezar û 500 lîreyên Sûrî derbas kir. Nirxê hemû tiştî giran bûye, tenê yek tişt wek xwe maye, ew jî keskatî ye. Niha li Rojavayê Kurdistanê, nirxê 1 kîlo keskatî, di navbera 900 heta 1500 lîreyên Sûrî de ye, ew jî li gorî kelûpelên din yên jiyana rojane gelek erzan e.
Xwedeyê baxçeyeke keskatiyê Ebdilrehman Mihemed Hesen ku li gundewarê Dirbêsiyê ye, ji Rûdawê re dibêje, ew rojane hezar sindoq keskatî, dibin bazarên Amûdê, Hesekê û Qamişlo û difroşe lê berhema baxçeya wî, xerciya xwe dernaxîne.
Cotkar Ebdilrehman Mihemed Hesen dibêje, 40 karker li cem wî kar dikin, gelek pêwîstiyên çandiniyê bi dolarî ne, niha jî berhemê xwe bi lîreya Sûrî difroşe.
Piraniya berhemê bexçeyê li bazara bajarê Amûdê tê firotin. Xwediyê dukana keskatiyê li Amûdê Kasir Feyad dibêje, nirxê keskatiyê gelek erzan e, tenê cotkar ziyanê dibînin.
Tevî daketina nirxê lîreya Sûrî li himber dolarê Amerîkî ku niha her dolarek bi zêdeyî 12 hezar û 500 lîreyên Sûrî ye, lê hîn ti guhertinek di nirxê keskatiyê de çênebûye.


