Kerkûk (Rûdaw)- Encûmena parêzgeha Kerkûkê biryar da ku petrola Kerkûkê di rêya boriyên petrolê yên Herêma Kurdistanê re bê firotin. Cîgirê serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “îro komîteya petrol û gazê ya encûmena parêzgeha Kerkûkê bi amadebûna çend endamên encûmenê û bi serpereştiya parêzgarê Kerkûkê civiya”. Talebanî aşkere kir ku “di civînê de biryar hat dayîn ku êdî petrola Kerkûkê di rêya boriyên petrolê yên Herêma Kurdistanê re bê firotin”. Rêbwar Talebanî diyar kir ku “ev biryar wê di kongreyeke rojnamevaniyê de bê ragihandin”. Ji aliyê xwe ve endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê yê frakisyona Turkmanî ji Rûdawê re got “Ti nerazîbûneke me li nîne li ser vê biryarê û ji bo çareserkirina krîza sûtemeniyê jî em razî ne petrola Kerkûkê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve were birêvebirin”.