Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê xwe amade dike ku di çarçoveya Projeya Rêya Bipêşketinê de xeteke mezin a veguhastinê ya hezar û 200 kîlometreyî ava bike.
Ev proje dê di Dihokê re derbas bibe û bi rêya deriyê sînorî yê Xabûrê bigihîje Tirkiyeyê.
Şêwirmendê Wezîrê Veguhastinê yê Serokwezîrê Îraqê Dr. Nasir Esedî ji Rûdawê re ragihand ku plansaziya rêya Projeya Rêya Bipêşketinê hatiye temamkirin.
Li gorî vê yekê, beşeke xetê ya 11 kîlometreyan dê di parêzgeha Dihokê re derbas bibe û bi deriyê sînorî yê Xabûrê bigihîje Tirkiyeyê.
Hevahengî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hat kirin
Nasir Esedî anî ziman ku di çarçoveya projeyê de ew bi hevkariyeke temam bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dixebitin û diyar kir ku wan ji bo gotûbêjkirina hûrgiliyên projeyê bi Waliyê Dihokê re civîn li dar xistine.
Esedî got, "Di qonaxa pêş de planên projeyê bi awayekî hûrgilî dê bên vekolîn û ji bo bicihanînê dê bên şandin.”
Wî tekez kir ku proje dê ji bo Îraqê veguherîneke mezin a aborî pêk bîne û dê ji hezaran kesan re kar peyda bike.
Xeta mezin a veguhastinê
Projeya Rêya Bipêşketinê dê ji Bendera Fawê ya li parêzgeha Besrayê dest pê bike û heta sînorê Tirkiyeyê dirêj bibe.
Di çarçoveya projeyê de xetên veguhastina bar, veguhastina rêwiyan û xetên rêhesinê dê bên avakirin.
Tê texmînkirin ku bihayê giştî yê projeyê dê 17 milyar dolar be.
Ji vê, 10,5 milyar dolar dê ji bo kirîna trenên elektrîkî yên modern, 6,5 milyar dolar jî dê ji bo firehkirina xeta rêhesinê bê veqetandin.
Dema temambûnê diyar bû
Hat ragihandin ku qonaxa yekem a projeyê sala 2028an dê bê temamkirin, qonaxa dawî jî dê sala 2050î bê temamkirin.
Armanca Rêya Bipêşketinê ew e ku Îraqê di rêyên bazirganiya cîhanî de bibe xwedî cihekî stratejîktir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse