Banka Navendî biryara xwe ya faîze eşkere kir

21-11-2024
RÛDAW
Nîşan Banka Navendî ya Tirkiyeyê Faîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê derbarê rêjeya faîzê de biryar da rêjeya faîzê bilind nekir û wekî ji sedî 50 sabit girt.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê îro civiya û biryara xwe ya faîzê eşkere kir.

Banka Navendî rêjeya faîzê neguherî û di ji sedî 50î de hişt.

Rêjeya faîzê herî dawî 21ê Adara 2024an ji sedî 45an kiribû ji sedî 50.

Tevî hemû hewldanên rêveberiya aboriyê ya Tirkiyeyê dolar û enflasyon li ser hev bilind dibin.

Tevî ku rêjeya faîzê piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan ji sedî 8,5 hatibû zêdekirin û bûbû ji sedî 50 jî nirxê lîre li hemberî pereyên biyanî zêdetir daket.

Rêjeya faîza Banka Navendî bandoreke çawa li bazaran dike?

Çend armancên serekî yên zêdekirina faîzê hene.

Li welatekî dema hawirde ji hinardeyê zêdetir be, ew welat ji derve re deyndar dibe û balansa deynan li dijî wî welatî diguhere.

Dema faîz bê bilindkirin nirxê diravê netewî li hemberî pereyên biyanî dadikeve û bêqîmet dibe.

Wê demê avantajên hinardeyê li gorî hawirdeyê zêdetir dibin û li hemberî hawirdeyê, hinarde zêdetir dibe. Pereyê biyanî zêdetir tê nav welat.

Dema nirxê lîreyê Tirkî dadikeve û qezenca firotina bi pereyên biyanî zêdetir dibe, ew jî bandoreke erênî li hinardeyê dike.

Dema faîz tê bilindkirin mirov û sazî li şûna xerckirinê, mesrefên xwe kêm dikin û pereyên xwe xerc nakin.

Bankên dewletê û yên taybet jî rêjeya faîzên xwe li gorî a Banka Navendî kêm û zêde dikin.

Dema banka faîzê bilind dikin û qezenceke zêde didin xwediyê pereyan, xelk li şûna xerckirin û karkirinê pereyên xwe dike bankayan û mehane faîzeke zêde werdigire û bi vî awayî debara xwe dike.

Dema pereyekî zêde li bankan kom dibe û xelk pereyên xwe naxe bazarê, ev bandoreke neyînî li bazarê dike û tevgera li bazarê kêm dike.

Dema tevgera li bazarê kêm dibe bêkarî jî zêde dibe.

Lê ev rewş bandoreke erênî li daketina enflasyonê dike û dema tevgera li bazarê û kirîn û firotin kêm dibe enflasyon jî dadikeve.

Yek jî dema faîz bilind dibin, xerciyên bidestxistina krediyên veberhênan û xerckirinê zêdetir dibin.

Xerciyên bazirganên ku bi krediyan veberhênanê dikin zêdetir dibin û li hemberî pereyên ji bankayan werdigirin mehane faîzeke zêde didin bankan.

Ev rewş jî wiha dike bazirgan û karsaz weberhênanê nekin û ev jî bandoreke neyînî li bazirganiya welat dike û aborî radiweste û bêkarî zêde dibe û baca ku dewlet werdigire kêm dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst