Zaxo (Rûdaw) - Di dema du mehên borî de bi rêya deriyî sînorî yê Îbrahîm Xelîl, bi hezaran kelûpelên Tirkiyê hatine vegerandin û 131 ton jî hatine jinavbirin.
Li deriyê nevdewletî yê Îbrahîm Xelîk di dema du mehên borî de 3 hzar û 259 tonên kelûpelên Tirkiyê berî bikevin bazarên Herêma Kurdistanê û Iraqê cardin li wî welatî hatin vegerandin. Herwiha 131 ton kelûpelên din ên Tirkiyê hatin jinavbirin.
Berpirsê Pêwendî û Ragihandina Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl got, ew kelpelên di pişkinînan de derneçin, li Tirkiyê têne vegerandin û piraniya wan kelûpelan kelûpelên ciwankarî, saxlemî weke xwarin û vexwarinê bûn.
Berpirsê Pêwendî û Ragihandina Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, Kamî Kemal got: “Li taqîgehê pişknîna kîmwayî, biyolojî û fizîkî ji bo kelûpelan dikin. Eger kelûpel ji encama derneçin em van vegerandin, yan ji nav dibin. Piraniya kelûpelên di meheên Tebax û Îlonê de hatîne vegerandin û jinavbrin kelûpelên kozmatîk, saxlemî, xawrin û vexwarinê bûn.”
Li gor amarên Wezareta Bazirganiya Tirkiyê, par nêzîkî milyonek ton kelûpel ji Tirkiyê bo Herêma Kurdistan û Iraqê hatine hinardekirin.
Herwiha li gor amarê Deriy, Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl par nêzîkî 50 hezar tonên kelûpelan hatbûn vegerandin û jinavbrin.
Serperiêt kompanya bazirganî Siyamend Îsmaîl jî dibêje: “Di mehê de 40 heta 50 barhilgir ji Tirkyê ji bo me hatine, barê çar barhilgiran ji wan demborî bûn û ne li gor standardên deriyê Îbrahîm Xelîl bûn, me ev vegerandin. Piştî ku li gor standardên vê derê hatin amadekirin dîsa me ew kelûpel derbas kirin.”
Nêzîkî 3 hezar kompaniyên bazirganî kompanên bazirganî kelûpelan ji Tirkiyê hawirdeyî Herêma Kurdistan û Iraqê dikin.
Bazirgan Ebdulhemîd Recep dibêje: “Me sê cor di vê mehê de hebûn ku nebaş derketin. Yek ji wan fîzîkî bû û du jiwan jî kîmyawî bûn. Yên fîzîkî çareser bûn, lê yên kîmwayî çareser nebûn û divê em wan bo cihê jê hatine vegerînin.”
Li gor amara Deriyê Îbrahîm Xelîl, di heyama îsal de nêzîkî hezar tonên kelûpelan cardin bo Tirkiyê hatine vegerandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse