Li bajarê Tirbe Spiyê lehiyê zerar gihandiye çandiniyê

20-04-2019
RÛDAW
Xwedî erd û cotkar daxwaza çareseriyê dikin
Xwedî erd û cotkar daxwaza çareseriyê dikin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirbe Spiyê Çandinî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwedî erd û cotkarên herêma Tirbe Spiyê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê dibêjin  ji ber barana zêde û lehiyan, nexweşiyê li çandiniya wan xistiye û saziyên Rêveberiya Xweser jî dibêjin, ku derman li bazaran peyda dibe.

 

Piştî wê barana zêde û rabûna lehiyan, li çend navçeyan zerar gihiştiye çandiniyê, û cotkar dititrsin ku îsal jî berhemên wan ne baş be.

 

Dîmeneke xwezayî ku di salên berê de nedihat dîtin, di cihê erda zuha de, îsal av diherike. Lê tevî nîşanên xêrê û bedewiya xwezayê, xwedî erd û cotkarên gundên derdora Tirbe Spiyê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê tirsa xwe venaşêrin û dibêjin ji ber barana zêde û lehiyê, nexweşiyê li genimê wan xistiye.

 

Endazyarê Çandiniyê Adil Ismaîl dibêje, heger çareserî ji vê nexweşiyê re neyê dîtin, dê zerereke mezin bigihîne çandiniyê li deverê û daxwaz dike, ku derman bê peydakirin.

 

Ji bo lihemberderketina vê nexweşiyê jî, saziya parastina çandiniyê ya girêdayê Rêveberiya Xweser dibêje, niha derman li bazarên deverê têne peydakirin û wan berê jî, cotkar agahdar kiribûn.

 

Piraniya xelkê wê deverê, pişta xwe bi çandniyê ve girê didin, ew jî wek çavkaniya sereke ya debara jiyana rojane û pêşvebirina aboriya navçeyê, îsal dilê xelkê bi wê yekê xweş bû, ku zuhabûnê ji nav wan bar kir, lê barana xurt û lehiyê jî gelek mal xerab kirin û niha tevî van tabloyên xwezayî yên xweşik û bedew, dengê gazinên xwedî erd û cotkaran bilind dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst