Hewlêr (Rûdaw) - Bepirsekî banka Almanî Deutsche Bankê ragihand ku ew pêşbînî dikin dolarekî Amerîkî dawiya sala 2025an bigihe 43 lîreyên Tirkî.
Dolarê Amerîkî roj bi roj her ku diçe li beramberî lîreyê Tirkî bilin dibe.
Îro cara yekem 35 lîre derbas kir û niha dolarek bi derdora 35.02 lîreyên Tirkî ye.
Di demekê de ku çend roj ji sala 2025an re mane bankên mezin ên cîhanî pêşbîniyên xwe yên derbarê bihayê dolar ji bo sala bê eşkere dikin.
Ekonomîstê Tirkiyeyê yê yek ji bankeyên herî mezin ên Almanyayê Deutsche Bankê Yîgît Onay derbarê bihayê dolar de ji CNBC-eyê re axivî û ragihand ku ew pêşbînî dikin dolarekî Amerîkî dawiya 2025an bigihe 43 lîreyên Tirkî.
Îsal ji ber polîtîkaya faîza bilind a Banka Navendî ya Tirkiyeyê li gorî salên borî nirxê dolar li hember lîreyê Tirkî bilind nebû.
Destpêka îsal dolarek bi derdora 30 lîreyên Tirkî bû lê niha bi 35 lîreyan e.
Bi wateyeke din tevî polîtîkaya Banka Navendî ya Tirkiyeyê ji destpêka îsal ve lîreyê Tirkî li hemberî dolar derdora ji sedî 15 nirxê xwe ji dest daye.
Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hemberî dolar û diravên biyanî yek ji sedemên sereke yên bilinbûna rêjeya enflasyonê, bihabûna kelûpel û pêwîstiyên sereke yên jiyanê û daketina hêza kirînê ya welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse