Aboriya Tirkiyeyê têk diçe: ‘Mehmet Şîmşek serpereştyar e’

2 demjimêr berê
RÛDAW
Bazareke Stenbolê/Wêne: Ji ber dîmenan
Bazareke Stenbolê/Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Tirkiye Aborî Desthilat Opozîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa aborî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûye rojeva sereke ya partiyên desthilat û mixalefetê.

Zêdetir jî partiyên mixalefetê vê yekê li hemberî desthilatê bi kar tînin.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel got:

“Partiya Gel a Komarî partiya yekemîn a Tirkiyeyê ye.

Roja ku hat damezirandin wiha bû û îro jî wiha ye.

Di yekemîn hilbijartinên bê de jî CHP dibe partiya yekemîn a Tirkiyeyê.”

Her çiqas piştî serkeftina CHPyê ya di hilbijartinên şaredariyan de Ozgur Ozel û Recep Tayyîp Erdogan çend hevdîtin û civîn kirin û behsa asayîbûn û nermbûna siyasetê kir lê niha aloziyê cihê wan hevdîtinan girtiye.

AK Partî red dike ku hêza wergirtina desthilatê ya CHPyê heye û wê bi çêkirina aloziyan tohmetbar dike.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî anî ziman:

“Temaşe bikin, rojane çend nûçeyên xirab derdikevin û dibêjin ev bi serê Tirkiyeyê tê.

Siberoja me ronî ye û welatekî me yê bihêz heye.”

Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan jî rexneyên tund li desthilatê digire ku di hilbijartinên dawî yên şaredariyan de bûye partiya sêyemîn a Tirkiyeyê.

Partiya Yenîden Refahê diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê gelekî xirab e û berhemanîn lawaz bûye.

“Mehmet Şîmşek serpereştiya wê dike”

Berdevkê Partiya Yenîden Refahê Suat Kiliç jî li ser rewşa aboriyê da zanîn:

“Roj bi roj zêdetir hest bi têkçûna siyaseta darayî û aborî tê kirin ku Mehmet Şîmşek serpereştiya wê dike.”

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat li parêzgeha Ispartayê beşdarî civîna rêxistinên AK Partiyê bû.

Bolat da zanîn ku tevî qeyranên cur bi cur ên navxwe û derve wan rê nedaye zerer bigihe aboriya Tirkiyeyê.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer got:

“Tirkiyeyê di hilberînê de sala 2021ê dest bi kampanyayekê kiribû û encam baş bû.

Her wiha hinardeya me jî sala 2021ê ji sedî 11,5, sala 2022yan ji sedî 5,5 û sala 2023yan jî ji sedî 5,1 zêde kiriye.”

Li gorî rojjimêra Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê heta sala 2028an ti hilbijartin nayên kirin.

Opozîsyon jî dibêje, Tirkiye bi vê rewşa xirab a aboriyê nagihe 2028an û divê hilbijartinên pêşwext werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst