Di 7 mehan de 11 hezar kompanya û kooperatîf hatin girtin!

18-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Girtina Kompanyayan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekitiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê raginad ku di 7 mehên destpêkê yên îsal de li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 11 hezar û 559 kompanya û 449 kooperatîf hatine girtin.

Herwiha tîrmeha îsal rêjeya kompanyayên ku hatine damezrandin ji sedî 1,1 kêm bûye û rêjeya kompanyayên ku hatine girtin jî ji sedî 10,7 zêde bûye.

Yekitiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê (TOBB) amarên tîrmeha îsal ên derbarê damezrandin û girtina kompanyayên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de belav kirin.

Kompanyayên ku tên girtin zêde dibin

Li gorî wan amaran, di meha tîrmehê de li gorî meha hezîranê rêjeya kompanyayên ku hatine damezrandin ji sedî 1,1 kêm bûye û rêjeya kompanyayên ku hatine girtin jî ji sedî 10,7 zêde bûye.

Di heman mehê de hejmara kompanyayên ku hatine damezrandin daketiye 9 hezar û 326an.

Ew hejmar meha hezîranê 9 hezar û 429 bû.

Rêjeya kompanyayên ku hatine girtin, di tîrmehê de bi rêjeya ji sedî 10,7an daketiye 2 hezar û 67an. 

Hezîranê tenê hezar û 867 kompanya hatibûn girtin.

Meha tîrmehê hejmara kompanyayên ku hatine damezrandin li gorî heman meha sala borî, ji sedî 11,7 zêde bûye.

Li beramber vê, hejmara kompanyayên ku hatine girtin jî bi rêjeya ji sedî 30,3 zêde bûye.

Li gorî heman amaran, ji kanûna paşîn heta tîrmeha îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 11 hezar û 559 kompanya û 449 kooparatîf hatine girtin.

Di heman serdemê de 74 hezar 726 komapanya û kooperatîf jî hatine damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst