Serokwezîrê Îraqê: Divê em mijara petrola Herêma Kurdistanê safî bikin

3 demjimêr berê
Nîşan Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî Petrola Kurdistanê Vekişîna Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, “Divê ya peymanên petrola Herêma Kurdistanê yan jî Yasaya Budceyê were guhertin.”

Dadgeha Bazirganiya Navneteweyî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

“Bi texmîna min dê îsal çareyek were dîtin”

Mihemed Şiya Sûdanî di roportaja xwe ya li gel Bloombergê de diyar kir ku Îraq dixwaza meseleya petrola Herêma Kurdistanê çareser bibe û got:

“Îraq bi awayekî erênî li mijara hinartina petrolê ya bi rêya Bendera Ceyhanê dinêre.

Ji bo çareyek were dîtin dîyaloga bi Herêma Kurdistanê û şirketên petrolê re berdewam dike.

Bi texmîna min dê îsal çareyek were dîtin.

Yasaya budceyê dibêje ku lêçûna her varîlê petrolê 8 dolar e lê maliyeta ku şirketên li herêmê destnîşan kiriye gihiştiye 26 dolaran.

Du vebijêrkên Îraqê hene. Yan dê peymanên ku bi şirketan re hatine kirin biguhere û yan jî dê Yasaya Budceyê biguhere.

Şirketên ku bi Herêma Kurdistanê re peyman îmze kirine qebûl nakin ku peymanên xwe biguherin.”

Vekişîna Amerîkayê

Serokwezîrê Îraqê diyar kir ku dê li Îraqê peywira Hevpemaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) di demeke nêzîk de biqede û pê de çû:

“Bidawîanîna erkê Koalîsyonê parçeyek ji bernameya hikûmetê ye.

Em dê di demeke nêzîk de ragihînin ku erkê Koalîsyonê yê li Îraqê qediyaye.

Sedemên hebûna Koalîsyonê ji holê rabûn. Pêwîst nake 86 welat li Îraqê bin.

Îraq ji pêvajoya şer derbasî pêvajoya aramiyê bû.”

Mihemed Şiya Sûdanî amaje pê kir ku wan zora DAIŞê biriye û “DAIŞ êdî li Îraqê ne gefek e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst