Hewlêr (Rûdaw) - Onsa zêr ji ber bêqîmetbûna dolar û pêşhatên li bazaran roja înê ji sedî 2,3 biha bû û gihîşt 4 hezar û 603 dolarên Amerîkî.
Bi vî awayî zêr di 3 mehên dawî de gihîşt asta herî bilind û 3 hefte ne ku li pey hev biha dibe.
Zêr di dan û standinên paşerojê de jî ji sedî 2,4 biha bû û derket 4 hezar û 680,60 dolaran.
Zêr tenê di hefteya dawî de nêzîkî ji sedî 5 bi qîmet bû.
Analîst destnîşan dikin ku bihabûna zêr a li ser navîniya 50, 100 û 200 rojan nîşaneya xurtbûna trenda bilindbûnê ye.
Birêvebirê Stratejiya Kel û Pelan a Cîhanî ya TD Securitiesê Bart Malek diyar kir ku nîşaneyên teknîkî di vê zêdebûnê de xwedî roleke girîng in.
Bart Malek got ku eger ev momentum berdewam bike dibe ku zêr asta 4 hezar û 700 dolarî biceribîne.
Malek her wiha anî zimên ku bêqîmetbûna dolar yek ji faktorên herî xurt e ku piştgiriyê dide bihayê zêr.
Dolar ji nîveka meha gulanê û vir ve di asta herî nizm de ye.
Plana Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya ji bo piştgiriya bazara deynan a dûvdirêj, dilgiraniyên li ser baweriya bi dolar zêde dike û zextê li ser vî pereyî dike.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent roja pêncşemê ragihandibû, dibe ku hikûmet kirîna deynan (tahvîl) hîn berfirehtir bike.
Goldman Sachsê jî ragihand ku daxwaza ji bo peymanên zêr ên paşerojê bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Zîv jî biha dibe
Li gel zêr, di zîv de jî bihabûneke balkêş çêbû.
Di dema girtina bazarên cîhanî de onsa zîv ji sedî 1,28 biha bû û derket 68,95 dolaran.
Di nava rojê de asta 68,97 dolar jî hat dîtin.
Zîv di hefteya dawî de li ser her onsekê zêdetirî 4 dolaran û di meha dawî de jî nêzîkî 20 dolaran bi qîmet bû.
Kîloyek zîv jî derket ser 2 hezar û 200 dolarên Amerîkî.
Petrol biha dibe
Li aliyê din, zêdebûna bihayê petrolê jî berdewam dike.
Amadehiya Amerîkayê ya ji bo sepandina cezayên nû yên aborî li ser Îranê û aloziya di navbera Washington û Tehranê de ya li ser Tengava Hurmizê, rîskên li bazarên petrolê zêde dike.
Tê gotin ku bihabûna petrolê rîska zêdebûna zexta enflasyonê ya li seranserî cîhanê jî bi xwe re tîne.



