Amarên firotina xaniyan hatin ragihandin: Herî kêm du bajarên Bakur in

Duh li 12:53
RÛDAW
Nîşan Xanî Firotin TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku 7 mehên destpêkê yên îsal li gorî heman mehên par firotina xaniyan kêm bûye.

Herî kêm li parêzgehên Erdexan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê xanî hatine firotin.

TUIKê amarên firotina avahiyan ên Tîrmeha 2024an û 7 mehên destpêkê yên îsal eşkere kirin.

Li gorî amarên TUIKê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha tîrmehê li gorî heman meha sala borî firotina xaniyan ji ji sedî 16 zêde bûye û 127 hezar û 88 xanî hatine firotin.

672 hezar û 162 xanî hatine firotin

Lê di 7 mehên destpêkê yên sala 2024an de li gorî heman mehên sala 2023yan firotina xaniyan ji sedî 0,5 daketiye û 672 hezar û 162 xanî hatine firotin.

Meha tîrmehê herî zêde li parêzgehên Stenbol, Enqere û Antalyayê yên Tirkiyeyê û herî kêm jî li parêzgehên Erdexan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê xanî hatine firotin.

Li Erdexanê meha tîrmehê tenê 61 xanî û li Colemêrgê 64 xanî hatine firotin.

Li Stenbolê 19 hezar û 47 xanî, li Enqereyê 11 hezar û 364 xanî û li Antalyayê 6 hezar û 659 xanî hatine firotin.

Kirîna xaniyan a biyaniyan ji sedî 16 kêm bûye

Herwiha meha tîrmehê rêjeya xaniyên ku biyaniyan kirîne li gorî heman meha sala borî ji sedî 16,1 kêm bûye û biyaniyan 2 hezar û 350 xanî kirîne.

Welatiyên biyanî herî zêde li Antalya, Stenbol û Mêrsînê xanî kirîne.

Biyaniyan li Antalyayê 878, li Stenbolê 752 û li Mêrsînê jî 218 xanî kirîne.

Di 7 mehên destpêkê yên sala 2024an de li gorî heman mehên sala borî firotina xaniyan ji bo biyaniyan ji sedî 42 kêm bûye û biyaniya 12 hezar û 811 xanî kirîne.

Rûsyayî di rêza yekemîn de ne

Di meha tîrmehê de welatiyên Rûsyayê bi kirîna 85 xaniyan yekemîn, welatiyên Ukraynayê bi kirîna 171 xaniyan duyemîn, welatiyên Almanyayê bi kirîna 162 xaniyan di rêza sêyemîn de ne.

Biyanî herî zêde ji bo wergirtina welatîbûna Tirkiyeyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xaniyan dikirin.

Her biyaniyê ku li Tirkiyeyê bi bihayê 400 hezar dolaran hilberînê bike yan milk bikire û 3 salan nefiroşe mafê welatîbûna Tirkiyeyê werdigre.

Ev reqem heta dawiya sala 2021ê 250 hezar dolar bû û meha Kanûna Paşîn a 2022yan bû 400 hezar dolaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst