Xerciyên avahîsaziyê ji sedî 49 zêde bûne

10-08-2023
RÛDAW
Nîşan Avahîsazî TUIK Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha hezîranê xerciyên avahîsaziyê li gorî meha gulanê ji sedî 4,43 zêde bûne.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), îro amarên xerciyên avahîsaziyê yên meha Hezîrana 2023an eşkere kirin.

Di salekê de ji sedî 49,32 zêde bûne

Li gor amaran, meha hezîranê xerciyên avahîsaziyê li gorî meha gulanê ji sedî 4,43 zêde bûne û li gorî heman meha par ji sedî 49,32 zêde bûne.

Di sektora avahisaziyê de meha hezîranê bihayên kelûpelan li gorî meha gulanê ji sedî 5,81 zêde bûne û heqdestên karkeran ji sedî 0,86 zêde bûne.

Herwiha li gor heman meha par bihayê kelûpelan ji sedî 35,67 û heqdestên karkeran jî ji sedî 105,11 zêde bûne.

Xerciyên apartmanan di meha hezîranê de li gorî meha gulanê ji sedî 3,83 zêde bûne û li gor heman meha par ji sedî 51,80 zêde bûne.

Ji bo apartmanan xerciyên kelûpelan ên mehane ji sedî 5,04 zêde bûne û heqdestên karkeran ên mehane ji sedî 0,80 zêde bûne.

Xerciyên kelûpelên avahiyên apartmanan ên salane ji sedî 37,95 zêde bûne û heqdestên karkeran ên salane ji sedî 105,53 zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst