Piştî ku pêwendiyên Tirkiye û Rûsya ji ber xistina balafira Rûsya ji aliyê Tirkiyê ve aloz bû, mijara hinartina gaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê roj bi roj zêdetir ket rojevê û heta bala rayedarên Amerîka û Ewropayê jî kişand ser xwe.
Wezîrê Enerjiyê yê Rûsya Aleksander Novak destpêka vê mehê ragihand, Rûsya biryar daye projeya kişandina boriya gaza Rûsya bo Tirkiyê, ku di bin deryaya Reş re tê kişandin, bide sekinandin.
Meha Kanûna par, dema Serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn serdana Tirkiyê kir, projeya kişandina boriya gaza sirûştî ji Rûsya bo Tirkiyê, pêşkêşî Serokomarê Tirkiyê kir û navê wê danî “Turkish Stream”.
Li gorî wê projeyê, her sal 15 milyar dolar diket kîsê Rûsya û 63 milyar kûp gaza Rûsya ji sala 2020ê ve derbasî Tirkiyê dibû. Ji wê gazê tenê 14 milyar kûp para Tirkiyê bû pişka din hemû dê derbasî Ewropayê biba.
Projeya han rastî rexneyên Ewropiyan hatibû û rayedarên Tirk jî, ji ber ku Pûtîn soza xwe ya daxistina nirxa gazê neanîbû cî, ji wê projeyê sar bibûn. Piştî ku balafira Rûsya ji aliyê Tirkiyê ve hat xistin, êdî hevdîtinên li ser wê projeyê bi yekcarî hatin sekinandin.
Piştî kirîza balafirê, rayedarên Rûs gefa qutkirina gaza Tirkiyê jî xwarin. Ew gaza ku niha ji Rûsya derbasî Tirkiyê dibe bi rêya boriya bi navê “Blue Stream” re tê veguhestin û herî zêde jî gaza Stenbolê dabîn dike. Ji ber vê alozî û kirîzê, êdî rayedarên Tirk li dû alternatîfekê ji bo gaza Rûsya û ya Îranê digerin, çimkî pişkek mezin ji gaza Tirkiyê jî ji aliyê Îranê ve tê dabînkirin.
Yek ji wan alternatîfên girîng, gaza Herêma Kurdistanê ye. Tê plankirin ku Kurdistan heta sala 2018ê bikaribe salane 10 milyar kûp gaz bide Tirkiyê û du salên din yanê sala 2020ê jî salane 20 milyar kûp bide wî welatî.
Şîrketa BOTAŞ, ku tevahiya karûbarên petrol û gaza Tirkiyê birêve dibe, eşkere kiriye ku dê di heyama 2 mehên din de projeya kişandina boriya gaza Kurdistanê bixe mezadê. Boriya gazê heta bajarê Mêrdînê hatiye kişandin tenê 180 km maye boriya gazê ya navbera Tirkiye û Kurdistanê were kişandin.
Kişandina boriya gaza sirûştî ya Kurdistanê bo Tirkiyê, ji Kurdistanê re pir girîng e çimkî nirxa petrolê, ku yekane çavkaniya jiyana gelê Kurdistanê ye, pir erzan bûye, Kurdistan dikare li kêleka hinartina petrolê, gaza xwe jî bifroşe û bi vî rengî kêmbûna bûdceya xwe ji holê rabike.
Aloziyên navbera Rûsya û Tikriyê firsendek zêrîn e ji bo Kurdistanê ku bikaribe gaza xwe ya sirûştî bifroşe, bi vî rengî girîngiyek mezin bide bîrên gazê. Li gorî ku Wezareta Samanên Sirûştî dibêje, bi derxistina gaza sirûştî re pêdiviyên hundir jî tên dabînkirin û bi vî awayî barê hikûmetê yê dabînkirina sotemenî jî sivik dibe.



.jpg&w=3840&q=75)