Îsota Îslahiyeyê ya tescîlkirî dibe salçe

09-09-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Îslahiye Îsot Salçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dîloka bajarê gastronomiyê bi îsota Îslahiyeyê ya tescîlkirî çêkirina salçeyê dest pê kir.

Îsota sor li navçeyê ser 26 hezar û 500 dekarî tê çandin û îsal 53 hezar ton rekolte jê tê payîn.

Berhevkirina îsota Îslahiyeyê dewam dike û di heman demê de çêkirina wê ya salçeyê jî dest pê kir.

Îsotên ku karker berhev dikin, li xanî û fabirqeyan dibin salçe.

Li navçeyê hilberînerê îsota sor û xwediyê dezgehê Mehmet Gunebakan got ku îsota Îslahiyeyê ya tescîlkirî piştî ku tê berhevkirin, bi rêwîtiyeke zor û zehmet re derbas dibe û wekî salçe tê ser sifreyan.

Mehmet Gunebakan diyar kir, îsot piştî ku ji zeviyan tên berhevkirin û şûştin, dendikê wan jê tên derxistin û paşê di makîneyan de tên hûrkirin û li ber tavê tê ziwakirin.

Gunebakan salçeya ku ji îsotên tûj û şêrîn tê çêkirin, li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û derveyî welat tê firotin û wiha dewam kir:

"Holanda di serî de em vî berê xwe difroşin Almanya, Îmarat û çend welatên din."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst