Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Tîrmeha 2023an, bi rêjeya ji sedî 9,49 zêde bûye û salane jî gihiştiye ji sedî 47,83an.
Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) amarên cuda dan û ragihand ku rêjeya enflasyona meha tîrmehê ji sedî 13.,8 e û ya salane gihiştiye ji sedî 122,88an.
TUIK û ENAGê îro amarên enflasyona meha tîrmehê û ya salane eşkere kirin.
Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.
Li gor amarên saziya TUIKê ya hikumî enflasyona meha tîrmehê ji sedî 9,49 e û ya salane ji sedî 47,83 e.
Li gor Saziya ENAGê ya serbixwe jî enflasyona meha tîrmehê ji sedî 13,18 û ya salane jî ji sedî 122,88 e.
Li gor amarên TUIKê meha tîrmehê herî zêde bi rêjeya ji sedî 29,04 bihayên sotemenî û rûnên otomobîlên veguhestinê zêde bûye û herî zêde bi rêjeya ji sedî 2,18 bihayê kakaoyê daketiye.
Li gor ENAGê jî meha tîrmehê herî kêm bi rêjeya ji sedî 1,13 bihayê cilûbergan zêde bûye û herî zêde jî bi rêjeya ji sedî 22,08 bihayê veguhestinê zêde bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse