Fuad Hisên bo Rûdawê: Pirsgirêkên têkildarî budceyê dê çareser bibin

01-06-2023
RÛDAW
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên daxuyaniyê dide Rûdawê.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên daxuyaniyê dide Rûdawê.
Nîşan Iraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên piştî civîna bi Serokê Dadgeha Federal a Iraqê re daxuyaniyek da Rûdawê û ragihand, pirsgirêkên taybet bi pişka Herêma Kurdistanê yên di projeyasaya budceyê de dê çareser bibin.

Tevî ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser projeyasaya budceyê lihevkirin hebû, lê ji aliyê hin parlamenteran û Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ve pirsgirêk bo pişka Herêma Kurdistanê hatine çêkirin. Rayedarên Herêma Kurdistanê û berpirsên Kurd ên li Bexdayê jî hewl didin pirsgirêkan çareser bikin.

Di vê çarçoveyê de, îro Pêncşemê 1ê Hezîrana 2023an Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên bi Serokê Dadgeha Federal a Iraqê Fayeq Zêdan re civiya.

Piştî civînê, Fuad Hisên daxuyaniyek da Rûdawê û got, wek Wezîrê Derve yê Iraqê bi Serokê Dadgeha Federal re hevdîtin kiriye û diyar kir, di civînê de behsa “peywendiya Dadgeha Federal û dadgehên derve û herwiha rewşa navxwe ya Iraqê” hatiye kirin.

Di bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê de ku ‘gelo Hevpeymaniya Rêvebirina Dewletê derbarê pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de dê ti civîneke din saz bike yan na’, Wezîrê Derve yê Iraqê got, “dê çareser bibe, ji min bibihîze.”

Roja 30ê Gulanê Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku dirêjkirina temenê gera pêncem a Parlamentoya Kurdistanê ku di 9ê Cotmeha 2022an de bi yasaya hejmar 12 hatibû kirin, ne yasayî ye û tekez kir, her biryarek piştî bidawîbûna dema yasayî ya gera pêncem a Parlamentoya Kurdistanê hatibe dan, ne yasayî û ne destûrî ye û nayên hesibandin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên têkildarî vê mijarê jî ji Rûdawê re got, piştî biryar hat dan ku dirêjkirina xûla parlamentoyê ne yasayî ye, “eger parlamento jî nemîne, hikûmet divê heta dema hilbijartinan berdewam be.”

Fuad Hisên destnîşan jî kir, li gor biryara Dadgeha Federal dê Komîsyona Bilind a Hilbijarinan a Iraqê serpireştiya hilbijartinên Herêma Kurdistanê bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst