Li Wanê veguhastin bi qasî ji sedî 25 biha bû

01-02-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Veguhastina Navxwe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi biryara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê veguhastin nav bajêr bi qasî ji sedî 25 biha bû.

Odeya Xwediyê Otomobîl û Şofêran a Wanê, piştî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot du rojan li ser hev biha bû,  ji Navenda Hevahengiya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xwest ku bihayên veguhestina navxweyî zêde bibin.

Navenda Hevahengiya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, doh civiya û li ser daxwaza zêdekirina bihayên veguhastinê biryar da.

Li gorî biryara şaredariyê, veguhastina mirovên asayî bi qasî ji serdî 23 û veguhastina xwendekaran jî bi qasî ji sedî 25 biha bû.

Bihayên veguhastinê ji bo mirovên asayî 11 lîreyan bû 13,5 lîrey û ji bo xwendekaran ji 8 lîreyan bû 10 lîre.

Li Wanê meha Hezîrana 2023yan jî bihayê veguhastina navxweyî bi qasî ji sedî 25 û meha Tîrmeha 2023yan jî bi qasî ji sedî 30 biha bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst