Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku 38 sal di ser kîmyabarana Helebceyê re derbas bûne, çarenivîsa bi sedan zarokên ku di wê tawanê de ji malbatên xwe qut bûbûn, hîn jî nediyar e.
Tê texmînkirin ku nêzîkî 400 zarokên Helebceyî li Îranê ji aliyê malbatên Îranî ve hatine xwedîkirin.
Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê Luqman Ebdulqadir ku ji nêz ve dosyeya zarokên windabûyî dişopîne, di bultena Rûdawê de qala pêşhatên dawî kir.
Luqman Ebdulqadir bi bîr anî ku roja 25ê Gulanê Roja Cîhanî ya Windayan e û got, piştî 38 salan hîn jî dê û bav li benda zarokên xwe ne.
Ebdulqadir eşkere kir, heta niha 8 kes bi malbatên xwe şad bûne, her çend dozên 2 ji wan hîn jî li dadgehê ne û li benda biryara dawî ne lê 6 kesên din bê pirsgirêk di nava malbatên xwe de dest bi jiyaneke nû kiriye.
Li gorî agahiyên Serokê Komeleyê, niha 2 kesên din daxwaz kiriye ku pişkinîna DNAyê ji wan re bê kirin û encamên wan bi yên malbatên ku zarokên xwe winda kirine re bên berawirdkirin.
Ebdulqadir da zanîn, 76 malbat hatine nav dozê û ji bo 119 zarokên xwe daxwazname pêşkêş kiriye çimkî hinek ji wan di wê tawanê de zêdetirî zarokekî winda kirine.
Nêzîkî 400 zarok radestî malbatên Îranî hatine kirin
Luqman Ebdulqadir qala çarenivîsa zarokên din kir û got, "Du amarên me yên cuda hene."
Wî da zanîn ku sala 1988an dema ew çûne Îranê, Berpirsê Heyva Sor a Hewramanê yê wê demê Farûqî Zeware ji wan re gotiye ku zêdetirî 300 zarokên Helebceyê yên bê dê û bav radestî Saziya Bêhzîstiyê hatine kirin.
Saziya Bêhzîstiyê li Îranê wan zarokên ku dê û bavê wan nînin li xwe digire.
Amarên din jî daxuyaniya kesekî bajarê Sineyê ye. Kesekî bi navê Axayê Blûriyan zarokekî ji bo malbata Ceiferî wergirtiye û gotiye:
"Ez çûm cihekî taybet ku ji bo wan zarokan hatibû veqetandin. 48 zarokên ji Helebceyê li wê derê bûn û min yek ji wan hilda."
Ebdulqadir diyar kir ku li gorî van her du belgeyan, nêzîkî 400 zarokên Helebceyî bi rêya Saziya Bêhzîstiyê li Îranê dane malbatên Îranî.
Hewlên li Hewlêr û Bexdayê
Ji bo çareserkirina vê dosyeyê li ser asta Serokatiya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê komîteyek ji çend wezaretên pêwendîdar hat avakirin.
Luqman Ebdulqadir ev hewldan wekî cîhê kêfxweşiyê nirxand lê kêmasiyên wê jî eşkere kirin:
"Ev komîte zêdetirî 2 an jî 3 salan e hatiye avakirin û heta niha ji aliyê pratîkî ve nekarîbû ji nêz ve pêwendiyê bi kes û karên zarokên winda yên sînorê Parêzgeha Helebceyê re deyne û fikara wan ji holê rake.
Ez dikarim bibêjim girîngiya wê komîteyê heye lê ji aliyê pratîkî ve hîn ne di wê astê de ye ku kes û karên zarokên winda li benda wê ne."
Li aliyê din hewlên li Bexdayê jî bêencam mane. Ebdulqadir qala serdana şandeyeke Helebceyê ya ji bo Bexdayê kir û got:
"Me daxwaz kir ku ji Parlamentoya Îraqê yasayek pêşkêşî Parlamentoya Îranê bê kirin da ku rê bê dayîn dosyeyên wê saziya ku çavdêriya zarokan dike bên vekirin lê Parlamentoya Îraqê bersiva daxwaza me nedaye."
