Hewlêr (Rûdaw) - Kolberekî xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ku berî çend rojan li ser sînor ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû birîndarkirin, ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.
Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê îro ragihand, "Kolberekî xelkê Serdeştê bi guleya hêzên Îranê hatiye kuştin."
Li gorî agahiyên wan rêxistinan, berî çend rojan hêzên ewlehiyê yên Îranê li devera Casûsan a Serdeştê gule li Qazî Kawanî reşandibûn.
Tîman Qazî Kawanî ji ber giraniya birînan veguhastibû Nexweşxaneya Giştî ya Mehabadê lê şeva borî li wir canê xwe ji dest da.
Qazî Kawanî xelkê gundê Doletûyê yê bajarê Serdeştê ye.
Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan, par li herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê 26 kolber bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine kuştin û 31 kolber jî birîndar bûne.
