Fînlanda- Ahenga havînê ya Kurdî tê sazkirin

19 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Nadya Nezerî \Wêne:Rûdaw
Nadya Nezerî \Wêne:Rûdaw
Nîşan Nadya Nezerî Kurdên Ewropayê Fînlanda
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Kurdên li Fînlandayê dixwazin bi ahengeke havînî xatirê jê bixwazin.

Li bajarê Turkuyê yê Fînlandayê Komeleya Çanda Kurdî ji bo îşev ahengek amade kiriye.

Nadya Nezeriya ku berpirsa komeleyê ye bû mêvana Diyasporayê û di vî warî de got:

"Roja şemiyê ahenga havînê ya Kurdî li Fînlandayê tê sazkirin.

Aheng saet 16:00an dest pê dike û saet 19:00an bi dawî dibe.

Armanca ahengê nasandina zêdetir a çand û kultura Kurdî bi gelê Fînlandî û her kesê li Fînlandayê dijî. Çûyîna wê jî belaş e."

"Dê konser bên lidarxistin"

Nadya Nezeriyê behsa bernameya ahengê kir û anî ziman:

"Di ahengê de, stran û muzîka Kurdî dê ji beşdaran re bên pêşkêşkirin.

Her wiha dê gelek xwarinên Kurdewariyê bên amadekirin û pêşkêşî beşdaran bên kirin.

Di heman demê de dê ji bo zarokan jî çalakî bên lidarxistin."

Her sal Komeleya Çanda Kurdî li Fînlandayê di dawiya meha Tebaxê de ahenga dawiya havînê li dar dixe û gelek çalakiyan bi rê ve dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst