Li Daxistana Rûsyayê ji ber balafira Îsraîlê alozî derket

30-10-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Daxistan Îsraîl Balafirgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rûsyayê xwepêşandanên ji bo piştgiriya Filistînê dageriyan li çalakiyên antîsemîtî.

Rêze protestoyên antîsemîtî yên li Bakurê Kafkasyayê êvara yekşemê bi dagirkirina termînala navneteweyî ya Balafirgeha Makhaçkalayê berdewam kir û balafirgeh ji bo seferên hatin û çûnê hat girtin.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku şeva borî kesên nasnameya wan nediyar ketine nav axa Balafirgeha Uytashê.

Piştre wan kesan dest bi tevlihevî û tundiyê kirin, berxwedana çekdarî li hember hêzên ewlehiyê kirine.

Li gorî daxuyaniyê ew grûp ketiye avahiya balafirgehê, li avahiyên balafirgehê pogrom pêk aniye û dûv re jî derketine ser pîstê û li dora balafireke ku ji Îsraîlê dihat girtiye.

1200 kes ketin balafirgehê

Herwiha li gorî agahiyên medyaya herêmê, li Komara Xweser ya Daxistanê şeva borî nêzîkî 1200 kes li nêzîkî firokexaneya Maxaçkala kom bûn.

Piştre wê girseyê li dijî hatina balafirê ji Tel Evîvê dest bi çalakiya protestyo kir.

Saet di 19:00an de balafira WZ 4728 ji Tel Evîvê (Ben Gurion) gihîşt balafirgeha Maxaçkalayê.

Girseyê pasaport kontrol kirin

Girseya gel herikî balafirgehê û dest bi kontrolkirina pasaportan kirin, ji bo peydakirina rêwiyên ku ji Îsraîl hatine.

Pişt re, girse ket avahiya termînala navneteweyî ya balafirgehê û ew dagir kir û piştre derket ser pistê.

Sefer hatin rawestandin

Ji ber vê yekê Ajansa Veguhestina Hewayî ya Federal neçar ma ku balafirgeh ji bo seferên çûn û hatinê bigire.

Hat zanîn ku di encamê pevçûna navbera polîs û xwepêşandêran de 20 kes birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan pir giran e.

Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê ragihand ku 150 beşdarên pogroman li balafirgeha Makhaçkalayê hatin tespîtkirin, 60 kes  ji wan hatin desteserkirin.

Lêpirsîn hat destpêkirin

Doza sûc a ku têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin û Komîteya Lêpirsînê ya Federasyona Rûsyayê dest bi lêpirsînan kirin.

Beriya vê bûyerê li bajarên Bakurê Kafkasyayê yên wekî Maxachkala, Xasavyurt, Çerkessk û Nalçikê çalakiyên antîsemîtî hatin lidarxistin.

Nûnerên cemaetên olî yên Misliman û Yahûdiyan bûyerên li Maxaçkalayê şermezar kir.

Pûtîn ji ber bûyerên li Daxistanê civîneke mezin pêk tîne

Sekreterê çapemeniyê yê Serokê Dewletê Dmitriy Peskov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn têkildarî aloziyên li Daxistanê dê saet 19:00an de civîneke berfireh pêk bîne.

Peskov da zanîn ku dê Serokwezîr Mixail Mişustin, serokên bloka ewlehiyê û serokên her du odeyên parlamentoyê jî beşdar bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst