Welatê herî aştîxwaz û aram li cîhanê diyar bû

29-06-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Endeksa Aştiya Gerdûnî, Tirkiye li ser asta cîhanî di nav 163 welatan de ligel Îranê di rêza 147emîn de cih digre.

Enstîtuya Ekonomî û Aştiyê (IEP) ku navenda wê li Australyayê ye Endeksa Aştiya Gerdûnî ya 2023an eşkere kir.

Li gor raporê, Tirkiye li ser asta cîhanî di nav 163 welatan de di rêza 147emîn de û li ser asta Ewropayê di nav 36 welatan de di rêza dawî de cih digre.

Rapor li gor pîvanên “mirinên li nav welat û derveyî welat ên di şer de”, “rêjeya kuştinê”, “asta bikaranîna çekan”, “hinardeya çek”, “teror”, “aramiya siyasî” û “hejmara girtiyan” hatiye amadekirin.

Li gor raporê, ji bilî welatên Amerîka, Rûsya û Çînê welatên Tirkiye, Erebistana Siudiye û Îran jî dixwazin li herêma xwe xwedî roleke çalak bin û li derveyî welatê xwe xwedî bandor bin.

Di raporê de tê gotin ku Tirkiye xwe wek “hêza super a dronan” pênase dike û ligel Etîyopya, Ukrayna û Maliyê bo zêdetir 20 welatan balafirên bêfirokevan firotine. Li gor raporê hinardeya çekan a Tirkiyê di sala 2022an de %72.7 zêdetir bûye û erdnîgariya wê ya stratejîk a di navbera Ewropa, Rojhilata Navîn û Kafkasyayê de, li herêmê wê dike hêzeke bi bandor.

Li gor raporê welatê herî aştîxwaz û aram Îslanda ye. Piştî Îslandayê welatên Danimarka, Îrlanda, Zelandaya Nû, Awusturya, Sîngapore, Portugal, Slovenya, Japon û Swîsre tên. Almanya jî di rêza 15emîn de cih digre. Amerîka di rêza 131emîn û Rûsya jî di rêza 158emîn de cih digre.

Efxanistan weke welatê herî ne aştîxwaz û ne aram di rêza 163emîn de ye. Yemen di rêza 162emîn û Sûriye di rêza 161emîn de cih digre.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst