Enqere û Stockholm endambûna Swêdê ya NATOyê gotûbêj dikin

29-06-2023
Firat Kelehkî
Nîşan Tirkiye Swêd NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku berpirsên payebilind ên Tirkiyê û Swêdê li baregaha sereke ya NATOyê dicivin û mijara sereke ya gotûbêjan jî endambûna Swêdê ya di NATOyê de ye.

Roja Çarşemê 28ê Hezîrana 2023an, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li baregaha sereke ya NATOyê li Brukselê di civîneke çapemeniyê de got: “Niha dema wê ye ku em wek endamê NATOyê pêşwaziyê li Swêdê bikin.”

Li gor Sekreterê Giştî yê NATOyê, şandên danûstandinê ji wezîrên derve û rawêjkarên îstixbaratê yên her sê welatên Tirkiye, Swêd û Finlandê pêk tên û civîn roja Pêncşemê 7ê Temûza 2023an tê sazkirin.

Swêd dixwaze berî civîna NATOyê ku roja 11ê Temûza îsal li Vilniusa paytexta Lîtvanyayê tê kirin, Enqere endambûna wê ya NATOyê qebûl bike.

Di meha Gulana sala borî de, piştî destpêkirina êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê, Finland û Swêdê bi hev re daxwazên xwe pêşkêşî NATOyê kirin daku bibin endamê wê rêxistinê.

Tirkiyê jî wek endamekî NATOyê ragihand ku ew amade ye daxwaza Finland û Swêdê qebûl bike lê bi mercê ku ew herdû welat bi taybetî Swêd hejmarek kesan radest bikin ku Tirkiye daxwaza wan dike. Lê Swêd neçû jêr barê wê daxwaza Swêdê, lewra Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tenê endambûna Finlandê ya NATOyê qebûl kir û ji bo endamtiya Swêdê razî nebû.

Hevpeymaniya NATOyê ji 31 welatan pêk tê. Li gor benda 5an a peymannameya NATOyê ku di sala 1949an de hatiye îmzekirin; her êrîşek bo ser her endamekî NATOyê bê kirin, wek êrîşa ser hemû endaman tê hesabkirin û divê hemû endam bersiva wê êrîşê bidin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst