Marco Rubio bangî Ewropayê kir: Mesrefên parastinê zêde bike

29-01-2025
Nîşan Marco Rubio Kaja Kallas Ewropa Parastin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bangî Ewropayê kir ku lêçûnên parastinê zêde bike.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Rubio bi Nûnera Bilind a Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallasê re bi telefonê axiviye.

Rubio bal kişandiye ser pêdiviya xurtkirina ewlehiya transatlantîk û bangî Ewropayê kiriye ku mesrefên parastinê zêde bike.

Marco Rubio amaje bi “astengiyên ku Çîn derdixe” kiriye û diyar kiriye ku ew ji dirêjkirina dorpêçên Yekîtiya Ewropayê yên li ser Rûsyayê kêfxweş e.

Her du aliyan rêyên kûrkirina hevkariyên di navbera Amerîka û Yekîtiya Ewropayê jî nirxandine.

Li hêla din, Kallasê li ser vê hevdîtinê bi rêya hesabê xwe yê Xê postek belav kir.

Kaja Kallasê got ku wê û Rubio li ser mijarên global ên ku Amerîka û Yekîtiya Ewropayê xwedî heman berjewendiyan in gotûbêj kirine û got:

“Yekîtiya Ewropayê û Amerîka her tim bi hev re bihêztir in.”

Yekîtiya Ewropayê 27ê Kanûna Paşîn biryar dabû ku dorpêçên aborî yên li ser Rûsyayê 6 mehan dirêj bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst