Amerîka ji Peymana Avhewayê ya Parîsê vekişiya

29-01-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Peymana Avhewayê ya Parîsê Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Amerîkayê biryara xwe ya vekişîna ji Peymana Avhewayê ya Parîsê bi awayê fermî daye zanîn.

Ev gav, di siyaseta avhewaya cîhanî de wekî xaleke werçerxanê ya girîng tê nirxandin.

Hikûmeta Amerîkayê bi nameyeke ku ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re şandiye, biryara xwe ya vekişîna ji Peymana Avhewayê ya Parîsê bi awayê fermî ragihand.

Biryar sala 2017an ji aliyê serokê wê demê yê Amerîkayê Donald Trump ve hatibû ragihandin lê pêvajo ketibû qonaxeke dirêj a bendemanê, niha ew pêvajo qediya.

Berdevkê NYyê Stephane Dujarric, di civîna xwe ya rojane ya çapemeniyê de derbarê mijarê daxuyanî da.

Stephane Dujarric diyar kir ku Amerîkayê biryara xwe ya vekişînê bi nameyeke fermî pêşkêşî Guterres kiriye û got ku ji 27ê Kanûna Paşîn a 2026an û pê ve Amerîka dê êdî ne aliyekî Peymana Avhewayê ya Parîsê be.

Dujarric bi bîr xist ku peyman di 12ê Kanûna Pêşîn a 2015an hatibû îmzekirin û Amerîka 4ê Çiriya Paşîn a 2020î jî ji Peymana Avhewayê ya Parîsê vekişiyabû.

Berdevkê NYyê tekezî li ser wê yekê kir ku ew dê piştgiriya xwe ya ji bo Peymana Avhewayê ya Parîsê û armanca sînordarkirina germahiya gerdûnî bi 1,5 pileyan bidomînin.

Trump di serdema xwe de Amerîka ji peymanê vekişandibû

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ew dê ji Peymana Avhewayê ya Parîsê vekişin ku di serdema Joe Biden de Amerîkayê ducare tê de cih girtibû.

Trump cara yekem Amerîka ji peymanê ku sala 2015an hatibû pejirandin vekişandibû.

Joe Biden 20ê Kanûna Paşîn a 2021ê bûbû serok û wî bi biryarnameyekê Amerîka dîsa kiribû endamê Peymana Avhewayê ya Parîsê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst