Li Alaskayê balafira şer a F-35 ket

29-01-2025
Nîşan Alaska Balafira Şer Ketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Alaskayê ya Amerîkayê balafireke şer a F-35 ket û hat ragihandin ku pîlot bi silamet e.

Li gorî daxuyaniya rayedarê Balafirgeha Hêzên Hewayî ya Eielsonê, qeza li ser pista baregeheke leşkerî çêbûye.

Wî rayedarî da zanîn ku balafirê zerereke mezin dîtiye û lêpirsînê dest pê kiriye.

Hêzên Hewayî yê Amerîkayê jî got ku rewşa pîlot baş e û ji bo kontrolê li nexweşxaneya artêşê ye.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku balafira şer a F-35 li erdê dikeve û diteqe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst